|
Roja Jidayîkbûna Muhemed Pêxember (s.x.l); " Tê çi
menayê" |
Dilbirîn
Stockholm,
20/4 2005- Roja Ji dayîkbûna Muhemed Pêxember (s.x.l); " mizgînîya destpêka
Þaristanîyeta Mirovîyê ye". Dawî lê anîna li zulmata þevên tarî ku
wekî konekî reþ þax û perên xwe di ser rûyê erdê vegirtibû
û mizgînîya destpêka sihera siba ku bi ronaya tîrêjên " Nubûwwetê "
hebûna tarîtîya þevê da jibîrkirin. Mizgînîya ruxandina, Tac û Tilisma serê
Qiral, Mîr, Wezîr û Gizîrên zalim û zordar e.
Belê xwendevanên bi rûmet! em di
dema salvegera jidayîkbûna ( Mewlûd) Muhemed Pêxember (s.x.l ) de dijîn.
Muhemed Pêxember (s.x.l) roja 12 Rebîul-Ewel ku dikeve 21ê Nîsanê, ji dîya
xwe Aminê bûye. Bê Guman hatina Muhemed Pêxember (s.x.l); " dewra cehalet
û nemirovîyê ji holê rakir û bu mizgînîya destpêka `esra se`adetê.
Xwedê Te`ala! di Qur`ana
pîroz de, derbarË Pêxember de waha dibêje; (Ya Muhemed) " Me Tu Ji
bona ku ji alemê re bibî rihmet, þandîye". Enbîya/107
Fexrî kaînat Muhemed Pêxember, wekî
tirêja rojê di tarîtîya þevê de ronî bide û wek þitlekê li çolistana Erebî
ya ku tu eserek hêþînayê lêtunebû, þax avêt. Bi Exlaq, Rastî, Èdalet û
Îxlasa xwe dunya fetih kir.
Xwedê Te`ala derbarê Pêxember
de waha dibêje: ( Ya Muhemed) ..Û tu li ser exlaqekî mezinî.
Qelem/ 4
Dema em behsa jidayîkbûna Muhemed
Pêxember (s.x.l) dike, divê em li jîyana Pêxember binêrin û jê þîretan
bigire.
Xwedê Te`ala di Qurana pîroz
de waha dibêje; "Bi rastî ji we re di Resûlê Xweda de, mînakên qenc
hene..." Ahzab/21. Divê her Muslimanek li ser vê Ayeta pîroz
bihizire ka tê çi menayê. Jîyana Muhemed pêxember (s.x.l) ji teorîyê bêtir,
jîyaneka piratîkbû.
Berê her tiþtî divê em bizanibin ku
ew Mewlûda li Tirkîyê û Kurdistanê tê xwendin, ne ferz û ne jî
sunet e. Yanî ruknek ji ruknê dînê Îslamê nîne. Piþtî Wefata Pêxember bi
300-400 salî hin kesan pesnê pêxember dane û wusan di nava milet de bûye
`edet êdî di salvegera Jidayîkbûna pêxember de Mewlûd dane.
Lê roja îro di bîranîna
Jidayîkbûna Pêxember de, ew peyamên tên dayîn ji rûhîyeta rê û rêçika
Pêxember pir dûr in. Bûye wekî `edet, Mewlûd tê xwendin û tiþtên ku tu agahê
Pêxember lê nare dikin sutûyê Pêxember. Em nabêjin bila Muluda Pêxember
(yanî roja jidayîkbûna Pêxember) nedin, lê divê bi vî awayê li Kurdistanê
tête kirin nebe. Ew Mewlûda îro li Kurdistanê tê xwendin, piranîya wê
neraste. Wek helbestvanek pesnê Pêxembe bide û têde pir mubalixe bike,
hatanî di gelk cîyan de ji hedê mubalixê derketîye û hin tiþtên ku ne
hedîsin wekî hedîs be goyine.
Li Kurdistanê gelek Alim û Melayên
bi nav û deng henin û dikarên gelek berhemên hêja derînin, lê mixabin
piranîya Melayên Kurd ji vê teknîka nû mehrûm in. Divê Melayên Kurd ji
qilifên xwe yên kilasîk derkevin, li gorî þert û mercên demê, bi teknîk û
teknolojîya nû pêþengîya miletê xwe bikin.
Di Mewlûda Pêxember de, divê mirov
Peyama wehyê di þexsîyeta Pêxember de fêm bike. Di cîyê ku Mewlûd were
xwendin, divê jîyana Pêxember, `Edaleta Pêxember, metodên tekoþîna pêxember
li himberî zulm û zordarîyê bi zimanekî ku xelk jê fêm bike were gotin.
Mewlûda îro li Kurdistanê tê xwendin ji %95 miletê Kurd jê fêm nake, wextê
mirov tiþtekî fêm neke wê çi fêde bide!!
Jîyana Pêxember Qur`an bû.
Eshabîyên Pêxember ji dayîka Muslimanan hezretî Ayîþê dipirsin:
Ya Ayîþe! exlaqê Muhemed
pêxember çewabû? Ayîþe:
Ma hûn Qur`anê naxwînin? Exlaqê
Pêxember Qur`an bû. Yanî Muhemed Pêxember Qur`aneke zindî bû û divê em
þexsîyeta Pêxember bi Qurana pîroz nasbikin, ne bi qesîdên þairan û
helbestên Helbestvanên mubalixe.
Dilbirîn:
Hezar_Gol@hotmail.com
|