|
Merîfeta Generalê Tirk: Here tirkî fêrbibe hê were alîkarî
bixwaze
KSN/14/9
2005- Îroj Fermandarê Kolordîya 9emîn yê Erzurumê
Hayri Kıvrıkoğlu,
bi tevê Walî û serokê Beledîya Erziromê li
taxên ku xelkên wan belengazin gerîyan û alîkarîya mezemê dibistanê dan
kesên feqîr. Jineke kurd bi navê
Naîme Kandîl ber bi
Hayri Kıvrıkoğlu çû û bi kurdî jê alîkarî xwest. Kivrikoglu, ev çi dibêje?
kesên li dora wî gotin: ew bi tirkî nizane, hatîya alîkarêyê dixwaze.
Kivrikoglu, pekand ser jinikê û got: here temaşeyê televîzyonê bike û tirkî
fêrbibe ke ez ji te fêm bikim. Wê dewleta daxwaza te ya alîkarîyê bicîbîne.
Hayri Kıvrıkoğlu, ji nûçevanê AA yê re got tirkî nizane, me bi werger ji
hev fêmkir.Heke ji vê dewletê alîkarî dixwaze, divê zimanê vê dewletê bizani
be. |