serhed.net
  Menûya Kurdî 15/08/2005 - 13:36  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

MEQAMATÊN HERÎRÎ

Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm

HÎKAYA YEKEM SEFERA SEN’AYÊ

Sefera Sen’ayê
Harisê kurê Humam digot:
Gava ku ez sûwar bûbûm li milê xerîbîyê û dûrîyê,
û ez dûr bûbûm ji mal û zarokan ji destê serpezetî û xizaniyê,
ji ber derdan û tenganiyê di dinê.
Min digot îcar ezê berê xwe bidim welatê Yemenê.
Ez gihîstim Sen’ayê bi hebana vala.
Ez tenê bûm, bi min re tu keskî tune bû ji hogir û hevala.
Min gûman nedikir ji xwarinê bi yek gezek.
Di tûrê min da tistek tune bû ku pê bigihim derek.
Ez ketim kûçe û sûkê Sen’ayê
û geryam mîna merivê serî lê geryayî.
Diçûm û dihatim wek teyrê tîyê ji refê maî.
Ez digeryam û min diçêrande çavê xwe,
sibeh û êvar di her weqt û gavê xwe.
Min digot belkî ez rastî camêrek bêm û jê re ava rûyê xwe birjînim,
hal û derdê xwe jê re bibêjim.
Yan merivkî zarxwes û bi mijûlî bibînim,
bi hevaliya wî derd û xemê xwe birevînim.
Bi mijûliyê dê wê tîbûna dilê xwe biskînim.
Nîhayet rojekê bi sîftehekê lutfê pasê li kêra min hat.
Bi rasthatina cîkî qalabalix û bi civat.
Meydanekî firehî mezin.


Tê de civiyabûn birrek mêr û jin.
Cîkî bi qîrîn û bi girîn, hêstir dirijyan wek av û xwîn.
Ez jî ketim nav dehla wê civatê.
Min got ka bibînim çi ye sebebê vê girîn û sematê.
Min dî ku di nava wan sekiniye yekî qelsî zirav.
Dipeyive bi devê wî ketiye av û delav.
Lê ye cilê gerok û rêwîyan.
Axîn dike û digrî wek dîya sêwîyan.
Dibêje peyvên di qencî wek zêr,
dirêje pend û sîretê bi kêr.
Civatê dur jê sendiye û çok daniye li ber,
3
wek hîva ku li dûr girêde bîder.
Wek serokê di nav ‘esker.
Ez bi bal ve kisyam da ku rohnî bibim bi agirê wî.
Hevaldim hinek ji dur û cewahirê wî.
Gava min nêzîkayî lê kir,
min nihêrî kef û purpor bi dev ketiye û fesahet dirije.
Wek kewê ribat dixwîne û weha dibêje:
Ey ê ku guh nade kirin û gunehê xwe,
cilê quretiyê berdaye ber pêyê xwe.
Ey nezanê, semûzê serkes!
Ey ê ku bi derewînîyan bûye rûres!
Tuyê heya kengî bimînî weha di sas û winda?
Meydana zulmê ji hespê nefsa xwe re bikî çêrenga?
Heya kengê di vê kibr û quretiyê de tûwê herî,
ji beradayî û bêhesiya xwe venegerî?
Tu bi gune û bêemriyan ji Xwedayê xwe qeb dixwazî.
Qey tu nizanî ku ew bi her fi’lê te dizanit, tu çiqa belengaz î?
Tu kirinê xwe ji dost û merivê xwe vedisêrî,
digel ku nîgehbanê te tim li te dinêrî.
Tu dixwazî te nebîne xizmetkarê te,
digel ku tistek vesartî tune li ber Xunkarê te.
Qey tu dibê wê menfeet bide te van halan,
gava ku gazî li te daxin bibên:


Rabe bigê karwan?
Yan wê te bihefidîne (biparêze) mulk û malê te,
gava li te bibe pêsîrtengî, ji destê halê te.
Yan wê feyde bide te posmanî,
gava lingê te biseqite li te bibe tenganî?
Yan wê ji te re bisewite qewm û ‘esîra te,
gava li te bê hev alî gora te?
Tuyê heta kengî di vê rêya xwar da herî

4
û ji wendabûna xwe netirsî?
Lingek zûtir li dermanê êsa xwe nepirsî?
Divê tu êdî sûrê zulmê biskînî.
Dev ji nefsê berdî û wek neyarê mezin ji xwe re bibînî.
Qey tuyê nemrî?
Ka çi ye ê ku te ji mirinê re hazir kirî?
Divê tu hisyar bibî, bi sipîbûna mûyê xwe
di pist vê ra jî tuyê êdî çi bidî ber rûyê xwe.
Tu çi bikî tuyê di gorê da razê.
Tuyê çi cewab bidî gava li te bikin gazî?
Rokê tuyê herî huzûra Barî.
Li wê derê wê kî ji tera bike alîkarî?
Gelek car serpêhatiyê dinê te hisyar dikin û tu dihonijî.
Pend û sîret li te dibin tu diponijî.
Tu dibînî, xwe li koriyê datînî.
Heq tê meydanê tu xwe dixapînî.
Mirin dikeve bîra te, tu rê ji ser digorînî.
Nîdariya zêr û peran,
xwestir e ji te ra, ji godariya xêr û seran.
Bilinkirina xaniyan,
li te xwestir tê, mîna dayîna ketiyan.
Tu cilê xwesik werbigirî,
bêtir bi te xwes e, mîna tu xêran ji xwe re bikirî.
Mijûliya bi xeml û xêzan,
bêtir dilê te pêve ye, mîna weqtê limêjan.


Tijîkirina defterê cihêz û mehran,
li ba te muhîmtir e ji tijîkirina defterê xêran.
Tu bi kesa bikî yar û tinaz û yarî,
bêtir bi te xwes e mîna kelamê Barî.
Li kesan tu sîret dikî, lê bi xwe pê nagirî.
Tu xelkê ji nebasiyê dipê, lê tu xwe jê nagrî.
Tu ji kesan ditirsî,
divê tu ji Xwedê bêtir bitirsî.

5
Haris digo:
Pistî ku mijûliyê wî qediyan, dest pê kir û vê beytê xwend:
Qeda bêtin li însanê ku dunya, ji bona xwe kirine bar û pistî
Bihes nayên ji hubba wî mirarî,
divêna wî helandin can û hestî
Hebûna ger bi wan ra fam û zanîn,
bi hindik dê bibûna têr û mestî
Haris digo:
Di pistî xwendina beytê da tûka xwe qurtand tefl û dûmana birî.
Kidika xwe avête mil û çûkana xwe girt û berê xwe da derî.
Civatê jî gava dî ku diçe, herkes li cêba xwe xurcilî.
Danê heta ku dewla wî kemilî.
Jêra gotin; ji xwe ra bibe xerc bike li kulfet û iyalê xwe,
yan jî dixwazî bela bike li hevalên xwe.
Wî jî ji wan send bi çavgirtin û bi sermî.
Ji wan ra dua kir û ji nav wan kisya bi nermî.
Hineka xwest ku wî verêkin.
Lê wî ji wan xatir xwest ji bo ku pêka wî neê dîn,
wî yek bi yek vegerand ji bo ku warê wî neête zanîn.
Haris digo:
Ez bi pê ketim bi ustayî,
min da ser rêça wî, lê belê jê ne bi xwuyanî.
Heta ku çû ber sikeftek,
seqitî hundir û nenêrî ka li pê tune kesek.


Ez senidîm bi qasê ku derxist pêlavan,
lingê xwe sust û da ser kulavan,
pasê min ajote ser û dî ku waye li kêleka rûnistiye çiraxek.
Li ber wan danandiye ji serabê tijî firaxek,
digel nanê paqijî sipî,
ew kadekê qelewê kebabkirî.
Min go:
Lolo mêrik ew gotin û sîretê te

6
Ev kirin û xesletê te.
Min dî helkiya wek çirçirokê nava havînê,
hindik ma ji hev here ji hêrs û kînê.
Di bin çavan tim li min dinere,
dike ku rabe min bihêre.
Pistî ku agirê hêrsa wî xar bû,
germ û pêtiya hundirê wî sar bû,
dest pê kir vê beytê go:
Li xwe dikim ‘ebayê,
ku pê bixwum helwayê,
ez çengela ku bavêm,
tucar bê masî nayê
We’zê min kiriye davik, nêçîrê dikim bi wê ez,
lewra zeman ez kirime mecbûr, ji bona vê hewaê
Heta ku ez dikarim,
sêran bi van dîkê xwe, bigrim bi dest û bînim,
ji navsera çiyaê
Ji bo ku ev wuha ye,
qet nîne bo min perwa,
narecifim ez tu caran, ji tirsa vê dunyaê
Qet kes nikare avê, sêlo bike li ber min,
xerab bike navê min, çêke li min ruswaê
Ger dê hebûna însaf, li ba zeman û dehrê,
nedida mirovê kemter, bilindî û meznaê
Pasê go:
Pêsda were, tu jî gezek lêxe, yan te divê rabe û here li defê xe.
Ez zîvirîm ser çiraxê wî
kî ku te ji tuneê çêkiriye,
ka ji min re bêje evya kî ye? go:
Evya Ebû Zeydê Surûcî ye.
çiraxa xerîban e, taca serê saîr û edîban e.

 





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî