Memûrên Tirk newêrin herin li Kurdistanê wezîfe
bikin
KSN/ 10/6 2005-
Bajarê Şırnaqê ji xizmetên bingehî yên wekî tendurustî, perwerdeyî û
civakî mehrûme. Dema tayîna tixtor, mamoste û birokiratan derdikevin
Şırnaqê, newerin herin Şırnaqê û ji wezîfe îstifa dikin.
Walîyê
Şırnaqê Osman Guneş dibêje; pêdivîya me 1000
mamoste û gelekî tixtoran hene, lê dema tayîna wan derdikevin Şırnaqê ji
wezîfê îtifa dikin û ev yak jî ne layîqê welatperweran e.
Dema li ba tirkan behsa nevê bajara Şırnaqê tê kirin,
her wekî tu behsa welatekî din dike, ewqas ji Şırnaqê direvin. Di
gelekî nexweşxanên Şırnaqê de, di ciyê tixtor de
hemşîre kar dikin û
dewleta Tirk di warî tendurustîyê de xizmetekî gelekî kêm dike. Piranîya
dayîrên li Şırnaqê mudurê wan tune bi tenê cîgirê Mudur kar dike. Ji ber
ku birokirat newêrin herin Şırnaqê.