|
Miletê Kurd bersîveke wekî sîle dan
Erdogan
KSN/
12/8 2005- Serokwezîrê Tirk Receb Tayib Erdogan îroj seet li dora
10:30an çû Dîyarbekir. Erdogan di axifitina xwe de behsa
hebûna pirsa Kurd dike û ji bona hemêzkirina vê pirsê jî behsa
Demokirasîyê dike. Lê li pey wî jî di bin cube de jî ço nîşanê milet
dide, herwekî berê edebyata yek bayrak yek milet û yekk dewlet dike. Li
gora medya tirk ku Erdogan behsa hebûna pirsa Kurd kirîye, wekî
înqilabek mezin kiribe û li defa hewarê dixin.
Erdogan, di axaftina
xwe de dibêje; çi dibe bila bibe, em ji Demokirasîyê gav paşve navêjin.
Ma ji xwe gavên Demokirasyê nehatine avêtin ku jê dev berdin û gav paşve
bavêjin. Çewa nivîskarê Kurd M. Emîn Bozaslan digot: Demokirasîya
tirkîyê yek santêm mêtreke pêşve çûye, vêca tirk wê karibin ji santêm mêtrekî çi gavan pêşve û çi jî paşve bavêjin?
Barîya niha jî me çend
nivîs nivîsîbûn . Tiştên ku Erdogan dibêje, ji daxwazên miletê Kurd pir
dûre û bersîva tu daxwazeka miletê kurd nade. Meltê Kurd ji gotinên
rayederên dewleta tirk têr in. Ji ber ku berîya niha jî pir kesan wakî
Erdogan axifine û dema çûne Enqerê vacîyê gotinên xwe kirine.
Ji xwe çareserkirina
pirsa Kurd ji Erdogan pir mestir e û ne karê Erdogan e. Yên pirs di
destê wan dane, dewleta nedîyar e. Serokwezîr li tirkîyê wek lîstikvanên
şanoyê li ser dikê ne.
Li gora medya tirk
xelkên Dîyarbekir tu rûmet nedane serdana Erdogan û ew meydana ku
Erdogan lê axifîye, bi qasî 250-300 kesî hebûne û ew ji ji germa ji
meydan çûne û xwe dane ber sîya xanîyan. Erdogan ji meydan vik û
vala re axifîye. Divê mirov xelkên Dîyarbekir pîroz bike.
Di ekranê kanala CNN
turkê de nivîskarê rojnama Yeni Şafakê Ali Bayramoglu ji serok Beledîya
Dîyarbekir Osman Baydemir pirskir ku eger niha li vê meydana 150 hezar
mirov hebûna wê baştir nebûya? Baydemir, eger ji bona aştîyê ji min
tiştek bihata xwestin min ê ne 150 belk milyonek mirov birijandina vê
meydanê.
Serokê Beledîya
Dîyarbekir Osman Baydemir do bi tevî seokên 57 Beldîyên din
civîyan û di dawîya civînê de Baydemir waha got: Em ê li benda Erdogan
bin ku were serdana Beledîya Dîyarbekir û ez ê Erdogan dewetê Beledîyê
bikim û em ê qehwê bikin fîncana û hetanî êvarê li benda hatin Erdogan
bin.
Lê wusan dîyare wê
qehwa Baydemir di fincana de bimîne.
|