Mijdara
sala 2004an de, li Qosarê-Kiziltepe, ji alîyê Polisên tirk ve
hatibûn kuştin. Îroj li Eskîşehîrê di mehkema cazayê girman de
mehkema wan berdewamkir. Her çar polisên kujer û birayên
Ahmet Kaymaz û parêzarên wan tev li mehkemê bûn. Di mehkemê de
rapora Adli Tipê hate xwendin û li gora raporê, 11 golên
ku li pişta Ugurê 12 salî kitine hemû
derbên kuştinêne û mirovek
bi van gulan birîndarbe nikre şer bike.
Di rapora Adli Tipê de
gulên ku li pişta Ugur Kaymaz ketine,
her yek ji wana bi serê xwe derba
mirinê ye û 9 gulên ku li pişta Ugur ketîye pir ji nêzîk ve
lêketine û mirovek ku bi van gulana birdar bibe,
ezayê hundurê wî perçe dibe û nikare şer bike. Di raporê de tê
gotin Ugur Kaymaz, yekê bejna wî 1,60 cm û zarokek orte ye.
400 polis û nişancîyan ewleya
mehkemê dikirin û dîsa rê û dirbên dihatin Eskîşehîrê di bin
kontirolê da bû. Mehkem hetani 22ê Sibata sala 2006an
hte paşdaxistin.
Ahmet kaymaz û kurê wî Ugur
Kaymaz ji alîyê polisên tirk ve di 21 Mijdara sala 2004an de
li ber derê wan hatin kuştin. Ugur Kaymaz zarokek 12 salî û bi
tevî telikan alîyê bavê xwe dikir ku eşya li kamyonê bar
dikirin.
Lê walîyê Mêrdînê di wê demê de
îdea kir ku Ehmed u Ugur avêtine ser qereqolê û bi sîlihan li
qereqolê xistine û pitşti hişdarîya polisan, hê polisan
li wan xistîye.
Piştî kuştina Ahmed û Ugur,
polisên tirk tivingek ku zarokek 12 salîyê wekî Ugur nikare
bikar bîne li ber serê cinazê Ugur danin û kirin destê wî yê
bi ruh. Ugur bi tevî telkan di nava xwînê de mabû.
Ahmed û Ugur herdu jî bi telik,
îşlik û pantor bûn û tu çek û rextê wan yê girêdayî tunebû. Ji
xwe îdea kirina ku zarokekî 12 salî û bi tivingê şer kirin, bê
wjdanî û ne mirovîtîya her bedîe ye. Lê pilosên tirk
dibêjin 10 deqa bi me re şer kirine.
Medya tik bêdeng û wek bûyerek
norml bûbe kurt nûçe didan. Wejdan û edaleta tirk têra mafê
Ugurê 12 salî nedikir. Polisên ku Ugur û bavê wî kuştin,
ji Mêrdînê rakirin dan cîyên din û li wêderê dest bi wezîfa
xwe kirin.
Li gora sîyasetmedar, sazî û
medya tirkan wezifa polis û eskerên tirk muqedes e.
Muqedesbûna wan jî ew ku kurdan dikujin. Heke li welatek
Ewrûpa, polisan zarokek wekî Ugur Kaymaz bikuşta, niha cezayê
herî girina xwaribûn û ji kar jî dihatin avêtin.
Lê li Tirkîyê polis û eskerên
xelkê kurd û zarokên wan dikujin, ji bona ku moralê wan xirab
ne be û xwe di bin telûkê de nabînin, vediguhazînin cîyê herî
aram.
Ji ber ku li Tirkîyê mekanîzma
edaletê ji bona Kurdan nayê bikaranîn, pir bûyer û qetlîamên
waha bêyê ku hasabê wan were pirsîn, hatine ji bîrkirin.