|
Mehkama HAK-PARê, wê roja duşembê berdewambe
KSN/
17/9 2005- Mehkema Partîya Maf û Azadîyê HAK-PARê, wê di 19.09 2005an di
mehkema cazayê ya Eslîyê li Enqerê roja duşemê seet di 9:00an de dest pê
bike. Rêvebirên HAK-PARê, îroj ji raya giştî re dan dîyarkirin ku wê roja
mehkemê, xwe bi zimanê zikmakî; yanê bi kurdî bi parêzin. Di yekemîn kongira
HAK-PARê de, serokê HAK-PARê Abdulmelik Firat û rêvebirên vê partîyê bi
kurdî axifîbûn. Û li ser vê yekê, serdozgerê Enqerê ji bona girtina HAK-PARê
doz vekiribû.
Daxwîyaniya HAK-PARê ya bi
zimanê tirkî li jêre
|