|
|
|
Sibê mehkema dîktatorê serdema me,
destpêdike |
|
KSN/
18/10 205-
Sibê wê Sedam Huseyîn û bi tevî
7 hevalên xwe, bi kirina curma li dijî miroavtîyê, werin
mehkeme kirin. Li gora ku hatîye amadekirin, wê sibê
Sedam bi kuştina 140 kesên ji gundê Decilê ya şîî ku di sala
1982na de, bi fermana Sedanm Huseyîn hatibûn kuştin,
were mehkeme kirin. Sedam Huseyin, bi kar û kirên li dijê
mirovatîyê yên herê hov ku binavê enfalê di salên 1983-1988 û
1991ê de li dijî gelê kurd kiribû, tê gunehbarkirin.
Wê Sedam û hevalbendên xwe hesabê 5 hezar Helebçeyîyan û 182
hezer kurdên enfalkirî kû ji wana 8 hezar ji Berzanîyan bû,
bide.
Diktator Sedam Huseyin, bi curma
herbê li dijî Îran û Kuweytê tê gunehbarkirin. Heke curma ku
Sedam Huseyin, li dijî morovatîyê kirî, ji alîyê mehkemê ve
were tewanbarkirin, wê fermana êxdama wî bidin.
|
| Çevkanî: El-Cizire
Amadekar: Ş
Dem: 18 /10 2005
Seet: 16:00 |

|
|
|