|
Mehkema Sedam Huseyin di Cotmehê da ye |
KSN/
2/9 2005- Îro desthiladarek ji hukumeta Îraqê ragihand ku, wê piştî
referandûmê ku di 15/10 2005an de çêdibe, mehkema Sedam Huseyîn dest pê bike.
Sedam Huseyîn, bi gelekî komkujîyan tê gunehbarkirin.Yek ji wan komkujîyan,
li bakurê Bexdayê di sala 1992an de, li gundê şîîyan yê Duceylê pêk hatibû.
Lêkolînên li ser vê komkujîyê hê berdewame. Komkujîya Helebçe û wekî din bi
gelekî cinayetan tê gunehbarkirin.
Heke genehên Sedam Huseyin
werin îsbatkirin, ne dûre ku bi êxdamê were mehkumkirin.
Yekem cer e ku piştî
ruxandina rejma Sedam Huseyin, sê kes gunehkar tên dîtin û roja
pênşembê jî hatin êxdamkirin.
| Çevkanî: BBC
Tukish
Amadekar: serhed.net
Dem: 2/9 2005 Seet:
21:00 |
|