KSN/
24/10 2005- Mehkema Ehmed Kaymaz
û kurê wî Ugur Kaymaz ku ji polisan ve di 21/11 2004an li
Qiziltepe ji alîyê polisan ve hetibûn kştin, îroj li
Eskîşehîrê domand. Berîya mehkeme destpêbike, komek kurdên
bi navê Komela Ciwanên Halk Evlerîyê xwestin beşdarî
mehkemê bibin, lê polisan rêneda wan ku bikevin salona
mehekemê. Li ser vê yekê di nvabera polis û wê komê de pefçûn
derket û polisan 12 kes kirtinin bin çava.
Polisên Eskîşehîrê, li er rêyên
ku diçin Eskîşehîrê, noqteyên kontirolê danîbûn û nehîştin ku
xelkên kurd ji bajarên derûdoran bikevin Eskîşehîrê. Her wasan
Polisan nehîşt serokê Komela Mefê Mirova Yusuf Alataş jî
bikeve salona mehkemê. Di mehkemê de, polisên ku Ehmed û
kurê wî Ugur Kaymazê 12 salî kuştine, bêyî di mehkemê de
amadebibin, hatin mehkeme kirin.
Bûyera Qoser-Qiziltepe
Di 21/11
2004an de polisên tirk Ehmed Kaymaz û kurê wî Ugur Kaymazê 12
salî kuştin û wek terorîst nîşandan. Lê dewleta Tirk di cîyê
ku kujerên Ehmed û Ugur kamaz bigirin, ew ji Mêrdînê veguhztin
bajarên din û li karê wan vegerandin. Bi sedama mehkema
Polisan li Mêrdînê ne ewleye, mehkama wan rakirin Eskîşehîrê.