serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Meha Remazanê Li Cîhana Îslamê Pîroz be

 

شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِي أُنْزِلَ فِيهِ الْقُرْءَانُ هُدًى لِلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِنَ الْهُدَى وَالْفُرْقَانِ فَمَنْ شَهِدَ مِنْكُمُ الشَّهْرَ فَلْيَصُمْهُ وَمَنْ كَانَ مَرِيضًا أَوْ عَلَى سَفَرٍ فَعِدَّةٌ مِنْ أَيَّامٍ أُخَرَ

KSN/ 3/9 2005- Meha Remezanê meheke wusane,  ew Qu`rana ku ji bona rêya rsat nîşanê mirovan bide û bi delîlên vekirî heq û batil ji hev  vediqetîne, di wê mehê de hatîye daxistin. Êdî kî ji we gihîşt meha Remezanê bila Rojî bigire. Kî ji we di wê gavê de nexweş an jî li rêwîtîyê bû, ( bi qasî rojên xwarî) rojên din  qeza bike. ( Sûrê Beqere, ayet-185)

Bawermendên bi rûmet

Xwedê Teala carek din bi rihm û kerema xwe, em layîqê dîtina  vê meha Remezana pîroz dît û di ser me de anî û kir para me. Bi hatina meha Remezan a piroz, xweşî û coşeke mezin di keva nav cîhanê Îslamê. Nûra Xwedê Teala di rûyên  geş û devên bi ken de xwe dide nîşandan. Destên comerdan vekirî û dilên tenik wek  sîya baskên  ji Rehmetê, di ser feqîr û kesên belengazan de tê vekirin.

 

Rojîya Meha Remezanê yek jî pênc ruknên dînê Îslamê ye. Rojî bi sal û nîvê piştî koçkirina Muhemed Pêxember silavên Xweda lêbe ji bajarê Mekê çû medînê , ferzbû.  Rojî, ji berbanga sibê ya duyemîn dest pê dike û hetanî tav diçe ava, mirov xwe parastina ji xwarin, vexwarin û kar û têkilîyên cinsî re Rojî tê gotin.

Rojîya meha Remezanê bi vê ayeta pîroz ferz bû

يَاأَيُّهَا الَّذِينَ ءَامَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ

Ey gelî ewên bawermend! çewa Rojî li ser wan mirovên berîya we re ferz bûye, her wusan li ser we  jî ferz bûye. Tê hêvîkirin ku hûn teqwatîya Xwdê bikinî. yan; tê hêvîkirin ku hûn xwe ji bê emrîya Xweda bi parêzin. Beqere 183

Bi hatina Meha Remezanê, kesên bawermend ji kirasekî derdikevin û di keve kirasekî din. Mirov  bi awakî pîskolojî, xwe ji bona tiştên qenc û paqij û pak amade dike. Bi dilekî pak , ruhekî tenik û mejûyek bêrîyê ji hemû xirabî, nebaşî û tiştên gemar, meha Remezanê pêşwazî dike.

Meha Remezanê meha Qencî û Dilovanî,  xwendina Qur`ana pîroz e, meha xêr û xêrata ne û meha terbîyetkirina nefsa gema re...

Muhemed Pêxember silavên Xweda lê be, derbarê meha Remezanê de waha dibêje; " Dema meha Remezanê tê , dergêhên Behiştê vedibe û dergêh Dojehê ji tên girtin û şeytanê pintî jî tê girêdan" ) Muslim, sîyam 1

Di girtina Rojîyê de gelekî hîkmet hene, morov bi girtina Rojîyê bawerîya xwe ya bi Xweda qewîtir dike, mirov hîkmetê Jîyana sexsî û ya civakî bas fêm dike, gîyanê mirov tenik dibe, nefsa xwe ji gemarîyan paqij dike û wek din gelek tistên fêda civakê têda heye.

Rojî girtin ne tenê devgirêdana ji xwarin, vexwarin û karê cinsî ye, divê mirov bi tevaya cismê xwe bi rojî be. Derewa neke, îftira neke, bi dev û zimanê xwe kesekî birîndar neke, gotin û galgalên ne li rê ji kesekî re nebêje û dilê kesekî ji xwe nehêle, divê mirov bi dest û lingê xwe kesekî aciz neke, bi cavên xwe li namusa xelkê û kesê namîheram ne nihêre.

Pêxember S,X L. " Eger kesekî ji we re gutinên ne ba got an jî xwest bi we re pefbiçe, hûn bêjin "Ez bi Rojî me" (Müslim, siyam, 163)

Rojî Ayînek bedenî û bi dizî ye, xelata Rojîyê bi tenê Xweda dide.

Di jîyanê de gelekî rojên baş, qenc û rojên bixêr û bêr henin. Her wûsan jî rojên ne baş, qirêj, musîbet  û bela henin. Lê çiqas tiştek nebaş hebe li himberê wê sê- çar tiştên qenc û paqij henin. Ev qanûna rêveçûyîna jîyanê ye.

Em di mehekî pîroz meha Remezanê de dijîn, mehên waha pîroz tim nabe nesîbê mirovan em nizanin ka em dê bigihên Remezana sala were an na, ji ber vê yekê ye divê mirov qedr û qîmetê vê mehê baş bizane û rojên meha Remezanê qenc bi kar bîne.

Em wek Malpera Serhedê Ji Xwedayê Dilovan hêvî dikin ku jîyana we bi gorî girîngîya meha Remezanê derbasbe û Rojî û Remezanê we û teva Alema Îslamê û bi tayîbetî ya gelê Kurd pîroz dikin.

 

 

 

 

Çevkanî: serhed.net  Amadekar:  D.Ş         Dem:  3/10 2005           Seet: 20:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî