**Menûya Kurdî**
 

Wekhevîya mêr û jinan û mefhûmê maf

KSN/ 22/6 2005- Di van demên dawî de gelekî caran mirov dibîne ku pirr kes û rêxistin, li ser mafê jinan, wekhevîya jin û mêran, mafê jina azad,  wekhevîya mêr û jinan bi tenê di Laîklixê da heye, di Îslamê de mafê jinan, di Îslamê de tervgera jinan û hwd.. Birastî jî ma maf kî dide mirovan an jî maf ji alîyê kê de tê kifş kirin? Gelo hedê kê ye ku maf îcad bike û ji bêrîka xwe bide mirovan? Bi yek gotinek e; " maf tişteka xwezaî ye û bi destpêka herikandina kerîyê mirovatîyê de heye û wê hatanî dunya  avabe jî wê her hebe".

Ji xwe navê "mirova" xwedîyê hemû tiştên ku di kewnê de hatine îcadkirin û her tişta ku di bin stûna `esman û li ser rûyê erdê heye, di xizmeta mirovan da ne. Êdî ew mirov çi mêr be û çi jî jin be, di hemû tiştan de muşterek in. Maf ne  tişteke ku  were îcadkirin ku hin kes maf bide me.  Mafê her kesî; roja ku ji dayîka xwe dibê û tê  dunyayê, mafê wî jî  pêra tê dunê. Lê maf ji alîyê hin kesan ve li mirovan tê mehrûmkirin û mirov nikare ji mafê xwe yê xwezayî fêde bibîne û bi rihetîya dilê xwe bijî.

Di vî warî de Muhemed Pêxember silavên Xweda lê be waha dibêje; " Hûn hemû ji Adem in û Adem jî ji axê ye. Ereb ancax di warê teqwayê de ji yên ècem birûmetir e" Li gora vê Hedîsa Pêxember, ji hevdû zêde bûn û rûmetir bûn, bi tenê  di warê m`enewî û nêzîkbûna Xwedê Te`ala û dûrketine ji gunahan da ye.

Pêxember di hedîsek din de waha dibêje;" Mirov wekî diranên şeh ne û wekî hevin" Diranên şeh çawa yek ji yekî zêde nîne, mirov jî di hemû mafan de muşterek in û wek hev in. Bi vî awayî maf, qanûnên xwezaîye û ji alîyê Xwedê Te`ala ve qencîyeke û ji alîyê Xwedê ve ji mirovatîyê re hatîye baxişandin.

Mesela Muslimanên Tirk dibêjin; dengê jinan `ewrete û bihîsandina dengê jinan heram e û di be sedemî fitneyê. Li ba hinek Ereban, hê jî jin  nikarin dengê xwe bidin û werin hilbijartin û her wusan li ba hinek Muslimanên Kurd, Afxan û pakistan jî rewş wusa ne. Bi rastî jî divê em ji xwe bipirsin ma ev  tiştên ku  van kesana  li ser navê Îslamê dikin, emr û fermana Qur`ana pîroz e, an jî kultur û kevneperestîya wan e?...

Xwedê Te`ala di Qur`ana pîroz de waha dibêje;" Ew ( Bawermendên ) ku bersîva Xwedayê xwe didin û Nimêja xwe jî dikin, karên wan di navbera wan de bi mişêwure ne. Û ji wî rizqê ku me daye wan jî didin ( kesên hewcedar)". Şûra ayet /38

Çewa hûn jî dibînin ku emr û ferman Xwedê Te`ala, ew e ku di kar û barên dunê de, divê mirov bi hevdû bişêwur e.  Xweda nabêje; bila mêr tenê bi hevdû bişêwurin û şêwurandin di navbera mirovan da ye,  mirov jî ji  jin û mêran pêk tên. Lê di roja îro de şeklê şêwurandinê hatîye guhertin û di rêveberîya dûnê de,  hilbijartin bûye şêweyeke şêwurandinê.

Vêca ew kesên li ser navê Îslamê dibêjin; dengê jinan heram e, mafê jinan tune deng bidin û werin hilbijartin, bi tenê kevneperestîya xwe û paşverûtîya xwe davêjin ser dînê Îslamê. ew Kultura wan ya mêrperwerîya dewra nezanîyê ye.

Qanûnên Xwedê Te`ala qanûnên xwezayî ne wekî av û hewayê pêwîstîya mirovan pê heye û jîyana wan jî pir hêsan e. Xwedê Te`ala dema cîhan afirand, jê re hinek qanûnên xwezayî danî û tu carî ew qanûnên Xwedê danîye nayên guhertin. Carna bi tenê di livandinek herî piçûk de, mirov bala xwe didê hinek bela û misîbetën mezin di dunê di qewumin. Wekî erdhej, tofan û rabûna lehîyê.

Her wusan Xwedê Te`ala ji bona rêveçûyîna jîyan civakî jî qanûnê xwezayî yên ku tu carî ne tê guhertin û ne jî kesekî dikra wan rake, danîye. Ji boyî  mirov jîyanek bi rûmet û di bin sîwana aştî û wekhevîyê de bijî, Xwedê Te `ala hin xetên qalind danîye û heke mirov li gora wan qanûnan bijî, wê civakek li gora nirxê mirovatîyê were avakirin. Wê demê ew civak dikara xizmetê mirovatî bike û Xwedayê xwe razîbike.

Lê di roja îro de, hin kes bi navê azadî û wekhevîya jin û mêran de, pê li wan qanûnê ku jîyana civakê li ser hatîye avakirinê dikin û dibin  wekî wan musîbet û bûyerên xwezayî û exlaq û edeba civakê têk dibin.

Dilbirîn

 
Dem:22 /6 2005  Seet: 001.  şandine: Serhed.Net        Vegere