Malbateka Kurd ji ber navê Kurdistan nikarîbû di
ser Turkîyê re biçin başûrê Kurdistanê
KSN/
5/6 2005- Malbateka Kurd binavê
Kurdistan Miho, bilêt girtibû ku
ji Stockholmê
di 4/6 2005an de bi balefira tirkan
( THY) biçe Tirkîyê û ji wur jî biçe başûrê Kurdistanê. Lê ji ber ku
pêşnavê Jinikê Kurdistan bû, biroya balefira tirkan (THY)ê ew û bi tevê
sê zarokên wê li ber balefirê paşve vegerandin û nihîşt ku bi balefira
tirkan (THY)
bifire Tirkîyê.
Daîra Balafirxana Swêdê
ya Arlanda dibêje; divê firîna
balefirên Tirk (THY) bona Swêdê, were sînorkirin, ji ber ku
ferq û cewazîya (
Diskriminerings) etnîkî
dike navbera mirovan.
Miletê Tirk tiştên
sosret dikin. Malbata Kurdistan Miho ji ber zulam rejma Sedam Husein
ji başûrê Kurdistanê hatibû Swêdê û bi rêya bilêtfiroşek
tayîbet bilêt kirîbû ku li ser Tirkîyê re bifire Dîyarbekir û ji wur
jî biçe başûrê Kurdistanê bajarê Zaxo. Lê ji bona pêşnavê
dîyîka zarokan Kurdistan bû, berpirsên
biroya balefira Tirkan ( THY) li
dewleteka wekî Swêdê, nihîştin ku malabata Kurd li balefirê sar bibe û
biçe Turkîyê.