**Menûya Kurdî**
 

 

 

Malbateka Kurd bû bi qurbana xemsarîya Tixtor

KSN/ 28/5 2005- Malbteka Kurd li bajarê Eskişehirê doh êvarê seet di 00 30an de nexweş dikevin û xismên wan malbetê radikin Nexweşxana navça Alpu ya girêdayê Eskişehirê. Tixtor piştî mianekirina wan, dibêje tiştek vana tune  tenê hinek serma girtine û malbatê seet di 04.00an de paşve dişîne mal, lê piştî sê seetan hemî dimirin.

Li gora medya tirkan, malbata Hasan Albay ji bajarê Rihayê ji  bona debara zerokên xwe, bi malbatî diçin navça Alpu ya girêdayê Eskişehirê û wek karkerên gelberîkirina silq (pincar)ê dixebitin. Hesen ( 23) sali û Fatma (26) salî û zarokên wan 5-3-2 û 1 salîne êvarê nexweş dikevin û mirovên malbatê wana radikin  Nexweşxana navça Alpu ya girêdayê Eskişehirê û tixtor dibêje vana serma ( girip) girtine û malbatê  seet di 004an de paşve dişîne mal, lê serê sibê seet di 07.00an de xismên malbatê bala xwe didinê ku kesek ji çadira Hasan ranabin û diçin ka çima ranebûne,lê dibînin ku hemî mirine.

Xismên Malbatê gilîyê Tixtorê ku malbat miayene kiribû kirî û dibêjin; doh êvarê Tixtor got vana serma girtine û dermanê sermagirtinê nivîsîye, lê îro malbat hemî miri ne. Divê Tixtor cezayê vê xemsarî û îhmalkarîyê bide.

 

 

 

E-Mail

 

 
Dem:28/5 2005  Seet:10   şandine: Serhed.Net        Vegere