**Menûya Kurdî**
 

Serokê Herema Kurdistan Mesûd Berzanî Îroj Sond xwar

Bi rê û resmeke fermî îroj Cenabê Serok Mesûd Berzanî ji bo Serokatiya Herema Kurdistan sond xwar. Ji bo tevlîbûna bernameya sondê Serokkomarê Iraqa federal û demokratîk Birêz Celal Talabanî, Cîgirê Serokkomar Gazî Yawer û Adil Ebdulmehdî,  Cîgirê Serokwezîr Ehmed Çelebî, Serokê Parlamentoya Iraqê yê Sunnî Haşim Hasanî û hinek wezîr tevlî bûn. Wekî dinê jî, nûnerên hêzên hevpeyman û serekeskerên Emerîkî, Brîtanî, Japonî û Koreyî di di rê û resma fermî de amade bûn.

Mam Celal di axaftina xwe de got ku;  Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka George W. Bush  bo wî telefon kiriye û Silavên xwe ji bo gelê Kurdistan û pîrozbahiyên xwe ji bo Cenabê Mesûd Berzanî ragihandiye.

Talabanî di axaftina xwe de got, ”Ez bawer dikim dê tecrûbeya Kurdistanê ya Demokratîk ji bo Iraqê jî bibe mînaka Demokratîkbûyîna ku pêdiviya wê pê heye.” 

Birêz Serok Mesûd Berzanî jî di axaftina xwe de got, ”ji cirkî min cilên pêşmergetiyê li xwe kirine ta îroj tu carî min bawer nekiriye ku dê pêşmergeyên Kurdistanê bi ser nekevin. Ez vê serokatiyê mîna diyariya xebata bi salan û xwîna şehîdan werdigirim, û ez xwe mîna pêşmergeyekî kurdistanê dibînim.” Derbarê dewletên der û dorê de jî weha got, “ê me em destê xwe naxin nav  kar û barên wan û têkiliya xwe ji wan naynin û hêvîdar in ku ew jî têkilî karên me yên navxweyî nebin.” Xuyaye ku Birêz Mesûd Berzanî bi vê gotina xwe peyamek bo Tirkan şand û ew jî ji axaftina xwe bêpar nehiştin. Dûvre Serok berzanî bal kişand ser gelek xizmet û xebatên ku divê li herêma Kurdistan bêne kirin û da diyarkirin ku, ”divê warê tendiristiyê de, di warê sazkirina karxaneyan di welêt de, reformîzekirina Zanîngehan û danîna têkiliyên wan yên bi Zanîngehên dinê yên cîhanê re, pêdiviya bi çêtirkirina rewş û mafê jina, telafîkirina belengaziyên musibetzedeyan, rêzgirtina li dînê Îslamê û dînên dinê yên li herêmê hene…” Berzanî bi qansî çend deqîqeyan bi zimanê erebî axifî û dûvre axaftina xwe bi dûdirêjî  bi zimanê kurdî kir.”

Ji roja yekşemê û virve ku Cenabê Mesûd Berzanî bi Serokatî ji bo Kurdistanê  hatibû hilbijartin, li herema Kurdistanê kêf û şahiyeke bê pîvan heye û li her deverên kurdistanê xwepêşandanên pîrozkirin û şahîyê berdewam in.

Cenabê Mesûd Berzanî ji bo çar salan bûye Serokê Kurdistanê û li gora Qanûna Serokatiyê piştî çar salan dîsa mafê wî heye ku ji bo serokatiyê dakeve hilbijartinan.

Em jî Serokatiya Kurdistanê li Birêz Mesûd Berzanî pîroz dikin û ji Xwedayê Mezin hêvîdar in ku wî bike sembola heqî û edaletê û cîhan careke dinê bi saya serokatiya wî bi dilsozî û kesayetiya Kurd bihese û bike ku Başûrê Kurdistanê ji bo hemû Gelê Kurd bibe hêvî û îlhama vejînê.

 

Mucteba Baravî

mkurmanci@hotmail.com

 

 

 

 
Dem:14 /6 2005  Seet: 17  şandine: Serhed.Net        Vegere