KSN/ 11/9 2005- Di encama şerê
navbera hêzên PKKê û leşkerên Tirkiyê de li Şirnexê derket Sûbayek û sê
serbaz hatin kuştin. Li gor agahiyên ku Ajansa Anadolû dide navê yên ku di
şer de hatine kuştin ev in:Ji Astsûbayab-Mustafa Bayikli, ji serbazan
Suleyman Aydin, Îbrahîm Ceylan û Yuksel Kutla hatine kuştin. Û di pevçûnê
de astsûbayekî ku hêj nasnama wî ne diyar e birîndar bûye.
Piştî bûyerê li herêmê, li dijî PKKê
operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin.
Li qeza Çewlikê Gencê jî di encama
êrişeke ser qereqolekê çawîşekî pizpor hate kuştin û du serbaz jî birîndar
bûn.