serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

 Li seranserê Alema Îslamê Partiyên Îslamî derdikevin pêş!

 

KSN/ 18/12 2005- Wisa diyar e ku heke hinekî aramî hebe di van deh salên pêşiya me de partiyên serkeftî û yên li ser kar dê yên îslamî bin.

Hemû pêşveçûyîn û elametên li alema îslamê hene vê yekê nîşan didin.

Digel têkçûna rejîma Talîban a muteassib, ku li ser navê Îslamê dimeşand û yên wekî wê di rêzê de ne û li bendî têkçûnê ne, dê Îslama aqilane û terefdarê aştî û aramiyê li her dera alema îslamê biserkeve.

Têkçûna rejîma Seddamê xwînmij di îraqê de derî li ber pêşveçûyîn û serkeftina partiyên Îslamî vekir (çi şîa dibin, çi sunne).

Li Kurdistanê jî digel ku partiyên Îslamî bi çend navan ketin hilbijartinê, Partiya Yekgirtû ya Îslamî di rêza duyem de xuya dike.

Li Misrê digel hinde destzoriyan bilindbûyîna Îxwan-el muslimîn û herî dawiyê jî li filistînê serkeftiyên ku rêxistina Hemasê li hember tevgera el-fethê bi dest xistin nîşanî me didin ku dê hemû alema îslamê pêşveçûyîn bi vî awayî bin.

Bêgûman ev bûyînên hanê hin tiştan ji yên ku bi siyatê daketine re dibêjin.

Hilbijêr li her devera alema îslamê bi dengekî bilind vê yekê diqîrin:

Em ji nûnerên xwe dixwazin ku baweriya me jî li ber çavên xwe bigrin.

Em dixwazin ku yên ji me rêveberiya me bikin.

Em dixwazin yên ku me birêve dibin bi kêmanî Xwedênas bin.

Em herî bêtir bi kesên ku tirsa Xwedê di dilê wan de heye bawer dibin û êdî naxwazin dengê xwe bidin kesên ku hissiyata bawermendiyê li hinda wan nîne.

Derbarê pêşeroja Kurdistanê de jî bi qansî ku ez dibînim, piştî ku gel baş bawer bibe ku êdî berjewendiyên wan yên netewî ji hêla qanûnî ve diyar bûn û her tişt zelal bû. Dê gel piştî wê berê xwe bide kesên ku dê bi rastî têkeve xizmeta millet û malê millet bi tirsa Xwedê nexwe û têxîne xizmeta millet.

Ez jî hêvî dikim ku di vê hengamê de kurd yekîtiya dengên xwe biparêzin da ku bikaribin hemû jidestçûyîn û mafên xwe ji hêla qanûnê de bi cîh bikin.

Piştî wê yekê bê gûman dê yê ku gotina xwe bêje gel e û ji gel re serkeftin…

18-12-2005

Mucteba Baravî

 

 

Çevkanî: serhed.net  Amadekar:  Mucteba  Dem:  18 /12 2005           Seet 21: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî