KSN/
7/10 2005- Atik Ozmen ji gundê Bilekê girêdayê
bajarê Mûşê ye. Atik Ozmen berîya 6 mehan di nêçîrek li çîyayê
Şerfdînê de çêjik-çêlikê gur di şikeftek de girtîye û niha gur
û xelkên gund bi hev re dijîn û tu alozîyek di navbera wan û
gur û heywanên wan de tune. Alî Ozmen dibêje; bû 6 mehe
em vî gurê bi gost û şîr xwedî dikin û xelkên gund sebra xwe
bi gur tînin, lê yên herê bi gur re aleqeder dibin zarokên
gund e.
Ji ber ku
ji piçûktîya gur de, xelkên gund pê re eleqeder dibin,
gur jî hînê gundîya bûye û tu zirarek nade pez û berxên
gundîyan. Em gur azad dihêlin û ji xwe re diçe çîya ba gurên
hevalên xwe û paşê dizivire tê gund. Hetanî niha em lê neketin
şikê ku wê zirarek bide heywanên gund
Gotineka
meşhûr di dunyayê de heye tê gutin ku dema Edalet li ser rûyê
erdê dibe desthiladar wî çaxê wê " gur û mîh bi hev re
bijîn". Hê Edalet di dunê de nebûye desthiladar, lê
" gur û mîh li Mûşê bi hev re dijîn".