serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

 Li min mepirs

 


bimîne ?
di nav xewnên xwede
ta ku ez bimînim
di nav bê dengiya xwe de
ta ku ez kanibim
ji bê dengiya xwe
xwe ji mirinê peydakim
bi hêviyên dînan
û bihna destan
bi bîranînan te windakim
bimîne ?
di nav girî yê xwe de
ta ku ez kanibim
ji hêstrên barnê
sînoran ?
welatan ?
goristanan ?
û bi gurzek gul
xwe di nav sîngê te de windakim
lê? pir zû
pir zû
te windakir zozên
bi baranê re
bi axê re
bi dû çavên winda re
bi dû çavên winda re ?
vaye ?
sersala baranê hat
vaye
sersala baranê hat
û tû mayî wek xwedayekî
serxweþ di nav xewnan de
vaye
sersala baranê hat
lê? ne tim wê baran
bi ken bê ji bo te

Zekeriya mistefa
rezgartopee@hotmail.com

Çevkanî: PUk-Medya Amadekar:   D Ş  Dem:  20 /12 2005           Seet 17: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî