|
Li Kurdistanê, Têkiliya Siyasetmedar û
Eskeran! |
KSN/ 27/8 2005-
Pirsgirêkek ji pirsgirêkên nûjen, di dewletên rengedemokrat de, pirsgirêka
têkiliya di navbera Siyasetmedar û eskeran de ye.
Gelo serwerên rasteqîn kî
ne? Kî di fermana kê de ye?
Kî bi kê ve girêdayî ye û
armanc û şopa kê dimeşîne?
Jiber ku hêz, girîngtirîn
sedemekek ji sedemên desthilatdariyê de ye, gelekê cara yê ku hêz li hinda
wî ye, dixwaze di hemû waran de hêzdar be û rê nede ku ferman lê bê kirin.
Ez dixwazim wêneyê heyî
yê li Başûrê Kurdistanê û perçeyên dinê pêş we bikim. Herwekî ku tê zanîn
ta demeke nêzîk li çar parçeyan hêzên kurdî yên heyî di fermana partiyên
kurdî yên azadîxwaz de bûn.
Li her sê parçeyan hêj jî
wisa ye; lê li Başûrê Kurdistanê rewş guheriye. Vê gavê rewş û karê eskerên
kurd guheriye.
Ev guherîna hanê di çend
xalan de ye:
1. Ta niha eskerên kurd
pêşmerge bûn; lê ji niha û wade, bûne eskerên birêkûpêk ên di xizmeta
siyasetmedarên kurd de.
2. Ta niha dixwestin ku
saziyên heyî yên sîstemê xera bikin û hakimiyeta heyî yan li ser bajarên
kurdistanê têk bibin. Lê niha bervajiyê wê, dixwazin ku saziyên kurdistanê
yên heyî biparêzin û bibin mertalek ji mertalên parastina serweriya
siyasetmedar û rêveberiya gelê kurd ya li herêma Başûrê Kurdistanê.
3. Ta niha wan êriş
dibirin ser cîh û kesên diyar. Lê ji niha û wade, êdî ew cih û kes guherîn û
şûna xwe ji heremeke gelekî fireh re û hêzên ta niha têkilî û dijatiya wan
zêde pevre tunebû re hişt.
Dijmin artêşa Baasiyan bû
û ew jî digel waregehên xwe diyar bû ku li ku hukum dikin û dikarin çi
bikin.
Lê niha bi psîkolojiya
parastina tixûbên kurdistanê, xwe mîna şûr û mertalê dewleta kurdî yê li
hember sê milyon leşkerên birêkûpêk amade dibînin.
Artêşa Tirkiyê ya ji
milyênekê bêtir, ya Îranê û Sûriye jî her wisa bi sedhezaran leşkerên
birêkûpêk û bi derfetên teknîkî yên eskerî amade.
Her wekî ku ev têrê
nekin, di nava Iraqê de jî vê gavê hemû partiyên heyî, yê dinê hemûyan ji
hêlekê de li dijî xwe dibînin û hemû pevre jî, hêza eskerên kurdistanê ya
herî dijber dibînin.
4. Eskerên Kurdistanê ku
demekê ji hêla tu dewletên cîhanê ve nedihatin destikkirin û qebûlkirin, vê
gavê bûne hêzeke hevkar bo hêza herî xurtir ya dinê de bi saya vê herba
paşiyê ku li Iraqê çêbû.
5. Vê gavê sedî sed,
hêzên eskerî yên Başûrê Kurdistanê di fermana siyasetmedarên Kurd de ne.
Bêgûman sedemên xwe jî hene; jiber ku ta demeke nêzîk yên ku vê gavê
Serokatiya hin postên girîng dikin bi xwe jî yek ji wan eskeran bûn û ji bo
bidestxistina mafê xwe şer û pevçûn dikirin.
Ji ber vê yekê qet bi
serokerkanên leşkera giran nayê ku wê fêrbûna xwe ya berê berdewam bikin û
li serokerkanên xwe yên kevin yên ku vê gavê krawat girê dane guhdarî bikin.
Ev têkiliya hanê hêj bi
awayekî gelekî xurt dimeşe; jiber ku hêj saziyên heyî û sîstema di pratîkê
de ava bûye ji hêla qanûnên bingehîn û yên navnetewî de hêj nehatine
qebûlkirin, lê di prosesa qebûlbûyînê de ne.
6.Pêngaveke dinê ku
eskerên kurdistanê tê de ne ew jî; hêdî hêdî ji eskerên partiyên xwe ber bi
artêşa gel de diçin û dê ji niha û wade herdû beşên eskerî yên ji
pêşmergeyên herdû partiyên sereke pêk dihat di binê desthilatdariyekê de
bicivin.
Divê ku ji niha û wade
eskerên kurd bi tu awayî xwe mîna hêzên partiyekê nebînin û xwe ximetkarê
gelê xwe bibînin, da ku ew kesên ku ne partîzan in jî wan weke hêza xwe
bibînin û bawer bikin ku ew ji bo parastina berjewendiyên wan bi xwe ne.
Bi taybetî divê ku
giregir û serekerkanên eskerî xwe ji axaftinên siyasî dûr bidin û bi karê
xwe dakevin.
Ji ber taybetmendiyên xwe
arteşa kurdistanê ji hêla hêjmara xwe de nikare gelekî zêde be, lê dikare di
hêla perwerdeyê de serkeftî û bi derfetên eskerî yên hemdem hatibe
xemilandin û amadekirin.
Dema ku mirov li rewşa
artêşê ya îroj dinihêre, rojên avabûna dewleta Tirkiyê tên bîra mirov. Ji
hêlekê de hêzên gel yên ku tecrûbeya wan ya eskerî tune û ji hêlekê de hêzên
dewletê yên birêkûpêk ku ji ber artêşa Osmanî mabûn… lê mixabin ew tecrûbeya
ku arteşa tirkiyê ji Osmaniyan wergirtin li hinda kurda tuneye.
Lê digel wê jî em nikarin
ji bo eskerên artêşa kurdistanê bibêjin ku yekcar bêbingeh bûn.
Ji ber ku wan bi dehên
salan li hember rejîma dîktator şer kirin û di wê hengamê de jî rêziknameyên
xwe û exlaqekî xwe yî pêşmergetiyê hebûn. Tecrûbeyên artêşa Kurdistanê li
ser bingehê şerê gerîla û pêşmergetiyê ye.
Nuqteyên erênî yên vê
yekê ew in; ku baş perwerdebûyî ne, rêkûpêkî û fedakariyeke mezin bi wan re
heye.
Li hember hêzên bi dehan
cara ji wan xurtir di demeke kurt de dikarin mobîlîze bibin û bi awayê şerê
gerîla piştê li dijminê xwe bişkînin.
Nuqteyên neyînî; gelo
piştî ku ev pêvajoya damezrîna saziyên civakî û siyasî ji hêla qanûnê ve
temam bûn û êdî cîh û karê her kesekî bi destûrê diyar bû, dê rewş û sekna
esker çawa be?
Ji bo nimûne ez bibêjim:
Hêzên eskerî yên
Kurdistanê ku ji yekbûyîna hêzên YNK û PDKê pêk tên; heke sibe rojê
partiyek ji vana ji hêla dengwergirtinê de qels bikeve û ber bi helînê ve
biçe, an jî herdû bi hevûdû re ber bi têkçûnê biçin û ewlehiya xwe li hinda
gel wenda bikin û wek alternatîf hinek partiyên kurd yên dinê derkevin holê,
dê rewş û sekna artêşê ya ku ji pêşmergeyên herdû partiyên sereke pêk tê
çawa be?
Yan jî, em bêjin
siyasetmedarên îroj hinek tişt ji bo milletê kurd rewa dîtin û wek qanûn ew
danîn; heke sibê nerînên heyî yên li kurdistanê biguherin û ew kesên ku ji
hêla gel ve hatine hilbijartin bixwazin li gorî nerînên gel qanûnan yekser
biguherînin, dê helwesta eskeran li hember vê yekê çi be?
Bêgûman sedemên ev pirsên
ku min derbarê pêşeroja têkiliyên di navbera esker û siyasetmedarên kurd de
kir hene.
Ji bo mînak artêşa Iraqê
ji partiya Baas pêvtir ne tiştek bû û karê xwe yî herîn mezin jî parastina
serweriya îdeolajiya Baasiyê didît.
Herwisa artêşa Tirkiyê
tenê armancekê bo xwe dizane; ew jî parastina ew îdeolojiya ku ji hêla M.
Kemal ve hatibû danîn yanî parastina Kemalîzmê…
ji ber ku ev herdû
artêşên min mînak dan bûbûn du hêzên îdeolojîk, xeterek yan jî guherîneke
piçûk ya di wan rejîm û îdeolojiyan de li ber çavê wan mîna elametên
qiyametê xuya dibe û di heman demê de mîna dawîlêhatina li sedema hebûna xwe
dibînin.
Jibîr dikin ku ew hêzên
ewlehiya gel in û gel bi parastin û rûmetdayîna li daxwazên xwe, xwe di
ewlehiyê de dîbîne…
Kîjan artêş dibe bila
bibe, dema ku kete rewşeke weha kirêt û li hember daxwazên gel bû mîna
kelemekî an jî ewrekî reş î li hember tîrijên rojê dibe perde, êdî ew hêz,
hêzeke lanetkirî ye.
Dema ku ez van rêzên hanê
dinivîsim, ne ku daxwaza min ew e ku dê hêzên Başûrê Kurdistanê têkevin wan
rewşên kirêt î lanetkirî, lê dixwazim ku haya mirov ji pêşerojê hebe û baş
li xwe miqate be; ku nekeve rewşên kirêtên dijminê xwe yê ku me demekê şerê
wan dikir.
Ez hêvî dikim ku tu carî
artêşa kurdistanê nebe artêşeke îdeolojîk û xwe mîna parêzvanê wê nebîne;
lê tim û tim xwe mîna hêza parastina daxwaz û armancên gelê xwe bibîne. Û
heta wek esker ne bi fikra netewperestî lê bi fikra welatperwerî bêne
gihandin ku bikaribin bi heman nerînê li hemû gelên li ser axa Kurdistanê
dijîn binihêrin û bi sedem rehperestiyê ji pîvanên mirovatiyê û heqiyê dûr
nekevin.
Divê em tu carî ji bîr
nekin ku dewlet digel hemû saziyên xwe ji bo ku têkevin xizmeta gel têne
sazkirin û nabe ku saziyek ji wan ji rê derkeve û li dijî berjewendî û
daxwazên gelê xwe şer bike.
Pîvana heqperestî û
demokratbûna welatekî gelekê cara ew e ku daxwazên gel çiqasa ji bo zimanê
siyasetê têne şîrovekirin?
Belê para fikrên gel di
guherînan de çiqas bêtir be, ew welat ewqasa ji hêla maf û edaletê de
serkeftî û pêşketî ye.
Divê pîvana hêzên kurd
,qanûn bin; û hêza qanûna ya herî mezin jî pêgirêdana wan ya bi daxwazên gel
re be.
Qanûn û yasayên ku bi
daxwazên gel re di nakokiyan de ne benikên bindestiyê yên li ser vîn û
îradeya gel in û divên bêne qetandin.
Bi hêviya ku tu hêzeke
kurd çi bazikên siyasî û çi jî bazikên eskerî, bi şeraba serxwebûn û azadiyê
serxweş nekevin û ji tixûbên heqiyê dûr nekevin.
Azadî nîmeteke civakî ya herî pîroz e; ji bo
berdewamiyê rûmet û sipasiyê dixwaze…
Heke ez li vê derê çend
xalan derbarê hêza eskerî ya Bakurdê Kurdistanê de jî nenivîsim dê mijar
kêm bimîne. Bêgûman dîsa ezê ji hêla têkiliyên siyasî û eskerî binihêrim.
Digel ku PKK mîna
partiyeke eskerî derkete holê û bi milîtanên xwe yên çekdar li dinê xwe da
naskirin; lê piştî xebatên sala gihaşte wê astê ku digel hêzên xwe yên
çekdarî saziyên xwe yên civakî û siyasî jî ava bike.
Ew dezgehên hanê hem li
welêt û hem jî li derveyê welêt bi xwestek û bernameya PKK hatin avakirin.
Ev ji partiya bigre heta komeleyên li bajarên Ewrûpa vebûn wisa ye.
Bêgûman di vê derê de
sedema yekemîn a avabûna wan saziyên hanê , ji hêla gel ve bi awayekî
girseyî piştgiriya ji bo PKK hatiye dayîn e.
ji ber vê sedema bingehîn
jî partiyeke li herêmê kar bike û daxwazên PKK parve neke, hema hema derfet
jê re tuneye ku biser keve.
Jiber ku têkiliyeke weha
sedî sed bi hevûdû ve girêdayî heye, têkiliya siyasetmedarên Bakurê
Kurdistanê û hêza eskerî jî ta niha bi vî rengî hatiye.
Ta niha, ji cirkî PKK
hatiye avakirin Partiyên Legal yên li ser navê Kurda li Bakurê Kurdistanê
hatine avakirin nikarîbûne xwe ji bandora fermanwergirtina ji PKK dûr
bixînin û serbixwe tev bigerin.
Ez dikarim bêjim
ceribandineke avakirina bazikên siyasî û sivîl jî heye, lê belê hêj bi awayê
ku divê biser neketiye.
Kengî ku hêza leşkerî xwe
sipart hêza sivîl ya siyasî û biryar ji wan re hişt dê wê gavê bazikên
siyasî û sivîl ku ji demeke dûdirêj ve dixwazin bêne xurtkirin wateya xwe
bibînin û bikaribin rola xwe ya siyasî bileyîzin.
Bi hêviya ku em ji hêla
têgihaştinê, li dû xelkê nemînin.
27/08/2005
Mucteba Baravî
mkurmanci@hotmail.com
|
Çevkanî:
Amadekar:
Dem:
Seet: |
|