**Menûya Kurdî**
 

Li Kerkûkê,  di teqîneke xwekuştinê de 19 kes mirin û 53 kes jî birîndar bûn.

KSN/ 14/6 2005-Vê carê kesên ku li hember bankayekê ji bo wergirtina meaşên xwe ketibûn dorê bûn armanca êrişa êrişkarên xwekujer. Polîsê Kerkûkê radigihîne ku yekî xwe xist nav wan kesên ku di dorê de bûn û xwe bi wan de teqand. Tê texmînkirin ku bi qansî sîh kîlo alavên teqandinê li ser wî kesî hebûye. Metirsîn heye ku hêjmara miriyan bêtir bibe.

Xuya ye ku dijminên gelê kurd jî peyama xwe ya pîrozkirina serokatiya Herema Kurdistanê bi vî awayî dan.

Mam Celal di axaftina xwe ya îroj de gotibû ku, ”hêj terorîstan gelê kurd nas nekiriye, em dê li Iraqê qira terorîstan û el-qaîde bînin.”

Mucteba

 

 
Dem: 14/6 2005  Seet: 16 şandine: Serhed.Net        Vegere