**Menûya Kurdî**
 

Li Îraqê şer di navbera Erebên sunî û şîî de her di çe gurtir dibe

KSN/ 12 /7 2005- Zerqawî, Hedefa me Erebên şîî ne, ji ber ku wan dest bi kuştina û revandina û wendakirina sûnîya kirine. Zerqawî, ji seydayê  xwe yê ruhî yê berê Ebû Muhemed el-Meqdisî re nameyek şandîya û di namê de, hatîye nivîsîn ku me çend caran ragîhandîye ku em şîîyan nakujin û mexseda me jî kuştina wan nîne. Lê wan dest bi revandin, wendakirin û kuştina Melayê Mizgeft û kar bidestên sûnîyan kirine.

Ebû Muhemed el-Meqdisî berîya du mehan daxwîyanîyek dabû rojnma Urdinê ya el-Xed,ê û gotibû ku teqînên li Îraq û li welatên din yên Muslimanan çêdibin, wêneyên Cihadê xirab dikin û ne duriste ku bi navê Îslamê li nava Muslimanan teqînî were  çêkirin. El-Meqdisî di wan nteqînan de bêtir jin, zarok û kesên bêrî tên kuştin û divê Mizgeftên şîî e û Dêrên Filan jî nebe armanca teqînan.

Zerqawî, komek eskerên  bi navê Feylaqa Umer çêkirî ku şerê Feyleqa Bedir  bike. Feyleq Bbedir eskerê şîî  yê Meclîsa şoreşa Îslamî ya Bilind ku girêdayî Ebdulezîz el- Hekîm e. 

 

 

 

 

Çevkanî: El-Erebîye

 

 
Dem: 12 /7 2005  Seet: 00:30  şandine: Serhed.Net        Vegere