KSN/
15/ 10 2005- Li Îraqê seet li dora 5ên
evarê derê navendên dengdanê hat girtin û dest bi jimartina
denagan hate kirin. Li bajarên Kurdistanê nisbeta tevlêbûna
dengdanê pir bilind e û wusan tê texmînkirin ku bi tenê li
Kerkukê 400 hezar dengê erê hatîye bikar anîn. Serokê
komîsyona hilbijartinê ya serbixwe ya Îraqê E. Huseyin
el-Hindowî, ragîhand ku, li gora dengên destpêkê hatine hetanî
niha li sernaserê Îraqê nîsbeta tevlêbûna hilbijartinan ji %
61 e.
Hate
ragihandin, li 8 bajarên Îraqê nisbeta tevlêbûna
hilbijartinana ji % 66 û li 7 bajarên din ji di navbera 33
û 66an daye.
Li Du
bajaran nisbeta dengdanê kêm bûne ew ji ji % 33 ne. Tê
bawerkirin ku li heremên sunî jî nisbeta tevlêbîna dengdanê
zêde ne, lê hê li Enbar, Dayala û Selahdîn nitîca dengên
jimarî nehatîne.