**Menûya Kurdî**
 
Li Holanda Komela Kurdên Aksarayê

KSN/ 15/7 2005- AMSTERDAM (28.06.2005) – Kurdên Aksarayê li Holandê bajarê Beverwijkê li hev civîyan û biryara awakirina komeleyek din ya Kurdên Anatolîya Navîn, bi navê „Ekecik Kültür Dernegi“ „Komela kultûra Ekecikê“ girtin.Di Civînê de nêzkê 150 Ekecikî amade bûn. Civîn di Salona „Dîlan“ de, di seat 14:30 an de dest pêkir.

Civîna Komelê bi xwendina Qurana Pîroz destpêkir. Quran ji alî meleyê ji Ekecikê Mele Reşît ku di sala 1986 an de, li Kölnê xelata „Kesê ku herî bastir Qurana pîroz xwendî“ standî ve hate xwendin. Li dû xwendina Qurana Pîroz dîsa îlahîyên bi Zimanê Kurdî ji alî Mele Reşît ve hate peşkeşkirin û gelek mêvan dilxaşbûn.

Li ser navê birêvebirên Komelê, Mehmet Koca dengkirinek kir û got: Bi rastî em em koçberîyek duyemîn dijîn, va Koçberîya me ya 30 salî ye. Bi awakirina vê komelê, me dawî li hasreta sîh salî anî. Tiştek tuneye ku ji li xwe û rastîya xwe xwedî derketinê xweştir û delaltir be.

Serokê Federasyona Ekecikê birêz Seyît Keskîn jî dengkirinek kir û got: Bi berxwedaneke pir bi qîret, Kurdên Aksarayê bûn xwedane Komelekê û ji kesên ku piştgirî dayî Kurdên Aksarayê û ji dostan re sipasdarîya xwe peşkeşkir.

Birêz Keskîn „Kurdên Aksarayê ji sedsalan vir de ji Kurdistanê Koçberbûne, Surgûnbûne û hatine Aksarayê. Komel, dezgeh û rêxistinê bi vî rengî, îşmara vegera ser koka aslê xwe ye. Sinifên desthilatdar û hêzên koledar, xwestin me înkar û asîmîle bikin, lê em îro livir in, grêdayî Ziman û çanda xwe ne, bi vê em careke din îspat dikin ku ê ku em hetanî niha asîmîle nekirî, ji îro pêve jî nikarin me asîmîle bikin! Birêz Keskîn di dengkirina xwe de bang li ekecikîyan kir û got: „li komel, dezgeh û sazîyên Kurdan xwedî dervin!“

Birêz Keskin, wek Komeleya Kultura Ekecikîyan, di nav projeyên me de, projeya herî bingehîn projeyên „grêdayîna kultur û nasnameya xwe“ da pêşvebirina federasyona Komeleyên Kurdên Aksarayê ye.

Bi navê Hilkecik-Onlinê Remê Hilkecikê dengkirinek kir. Di dengkirina xwe de Remê got ku: gereke li gelek bajarên Ewrûpa Xortên Kurd yên Kurdên Aksarayê li nasname û koka xwe xwedî derkevin û di çarçaveya nasnameya xwe de, xwe hu teknologîya cîhanê bikin û xwe pêşve bibin, perwerde bikin.

Liser navê Federasyona Komeleyên Kurd li Awusturya (FEYKOM), Endamê birêvebir birêz Ömer Yüce dengkir. Didengkirina xwe de birêz Yüce got ku: „Komela Kultûra Ekecikê“ ji bo Kurdên Ekecikê tiştek nû ye, di serîde Kurdên Akasarayê û Hemu Kurdên li Hollandaye şa kirin. Komel ji bo pêşketina Civakî, Kultûrî û dîrokî a gelekî bixebite.

Di vê pêvajoyê de sazîyêk bi vî rengî, ji bo xwedî derketina hejayîyên civakê pir muhum e. Yüce veng berdewamkir: Bi salan e ku dewlet bi zanatî liser Kurdan gişkan polîtikayek qelêrî dimeşîne, va polîtîkaya liser Kurdên Aksarayê jî hate meşandin, ferq di navbera Kurdan de tune ye. Îqtîdara sîyasî ji bo menfata xwe ya aborî, bûn sedema bêkarbûnê, sedema xizantîye.

Awakirina Komelê bi klamên hozanê Hilkecikê Harun Kiliç û Ozan Cemal, paşe Grup Mega û hunermend Ellend û bi tevlêbûna civatê bi coşeke mezin hate pîrozkirin û govend hatin kişandin.

Di şeva pîrozkirina komelê de, Endamên meclîsa beledîyeya Beverwijkê û rêxistinên sîvîl jî cîh girtin.


Nuçe û Şîrove: Ömer Yüce, hilkecik.com

Werger ji Tirkî: Bilal Dilovan,
anatoliyanavin.com

 

 
Dem: 15/7 2005  Seet:19  şandine: Serhed.Net        Vegere