serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Di şerê li Hemayê de 5 kes hatine kuştin

KSN/ 3/9 2005- Ji wezareta navxweyî ya Suryê hate ragîhandin ku, do êvarê dema 5 kesan ji eskerên Şamê xwestin xwe li bajarê Hemayê de veşêrin de, şer derketî û   hemû hatine kuştin. Çevkanî radigihîne ku polisên Hemayê, gelek çek û bomde û melzemê eskerîyê di malên wan de girtine.

Gurûba ku bi navê eskerên Şamê tên naskirin, di xwestin hin êrişan pêkbînin. Ji rêxstina Mafê Mirovan  hate ragihandin ku, emniyeta Suriyê gelek kes ji hemwelatîyan girtine ku xedêgiravî alêgirên eskerê şamê bûne.

 

Çevkanî: El-Cizire. Dem: 3/ 9 2005. Seet: 15:00

**********

Li Hemayê; di navbera Îslamîyan û polisên Suriyê de şer derket

KSN/ 3/9 2005- Do êvarê li bajarê Hemayê yê Suriyê, di navbera gurûbên Îslamî û polisên Suriyê de şer derket. Tê ragihandin ku di navbera herdû alîyan de kuştî û birîndar henin, lê hetanî niha kesek rastîya wî şerî nizane. Li gora rojnama erebî Îlafê, kesên  ku  li himberî pilosan şer dikin, xelkên Hemayênin, ne ji derve de hatinin.

 Li ser navê rêxistina Mafê Mirovan ya Suriyê Amir  El-Qurebî ragîhand ku, ji roja Înîyê vir ve şer  di navbera herdû alîyan de li nav bajêr berdewame û ji herdû alîyan kuştî u birîndar henin. Lê jimara wan hê ne dîyarin

Di salên heyştê de, dîsa li bajarê Hemayê şer di navbera Îxwanê Muslîmîn û dewleta Suriyê de derketibû û Îxwan ji neçarîya bajêr terkiribûn. Encama vî şerî pir giranbû, nêzîkî 60 hezar kesî hetin kuştin û birîndarbûn û piranîya wan jî Kurd bûn.

 

 

 

Çevkanî:  Îlaf    Amadekar:  Serhed.net       Dem:   3/9 2005          Seet: 13: 00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî