|
Li Gundê Diyarbekirê Kabî (Bagivar) Nexweşiya Şarbonê….
KSN/7
2005- Ta niha şeş kesên bi şarbonê ketine li gund hatin dîtin û dudu ji
wan birine nexweşxanê. Mudiriyeta Tendiristiyê ya bajêr sê doktor bo
lêpirsîna nexweşiyê şandiye gund. Doktorên hatine şandin li malan
digerin û saxîtiya gundiyan dikin. Doktoran ragihandin ku di şeş heft
malên kul ê ketine gûmanê kontrol kirine û ta niha li 6 nexweşên şarbonê
rast hatine.
Ebdullah
Aybarê ku li gund rûdinê diyar kir ku berî niha bi 15 rojan heywaneke
xwe ya li ber mirinê şerjê kirine û goştê wê xwarine; lê piştî demekê
nexweş ketine û çûne mala tendiristiyê ya gund.
Piştî ku
li hatin kontrolkirin hat dîtin ku bi nexweşiya Şarbonê ketine.
Vê gavê
çûyîn û hatina heywanan ya ji gund hatiye qedexekirin û doktor di
lêgerîna nexweşan de berdewam in. Tê payîn ku îroj di nimêja îniyê de
doktorên ku ji bo gundiya hatine şandin derbarê nexweşiya Şarbonê de
agahiyan bidin gundiyan. Tê payîn ku yên ji goştê wê heywanê xwaribin
hemû bi wê nexweşiyê ketibin. Ji nexweşiya şarbonê re bi kurdî hebreş,
hebreşk, tebe, hebxurî, şerbê tê gotin.
Internethaber
|