**Menûya Kurdî**
 

 

 

Li gor ”TCK” heke Meleyên Mizgefta dersa Quranê bidin dê ceza bixwin!

KSN/ 23/5 2005- Endamên Diyanet-Sen şaxa İstenbul, diyar kirin ku  li gorî ”TCK’’a nuh ”perwerdeya dîn û Quranê tête astengkirin”, û daxwaz kirin ku guherîn di TCK de çêbibe. Derdora 30 mele û muezzînên endamên Diyanet-Sen’ ê li hember Postexaneya Sirkecî civiyan û derbarê vê yekê daxwiyaniyeke çapemeniyê xwendin. Di daxwiyaniya xwe de bahsa girîngiya dîn a di civatê de kirin û dan diyarkirin ku di qanûna ceza ya nuh xala 263’an de perwerdeya dîn û Quranê hatiye astengkirin û ji bo kesên ku perwerdeya Quranê didin hetanî 3 salan zindan tê rewa dîtin.

Di xala 263’an de weha tê gotin:

Yên ku ne li gorî qanûnan saziyên perwerdeyê veke, yê ku kar bide wan û mamosteyên digel ku dizanin ew sazî bê destûr hatine vekirin, di wan de kar dikin ji şeş meha ta sê salan dê bêne binçavkirin.

Wisa diyar e ku dê dîsa meleyên kurd ji nîmetên (!) vê qanûna hanê îstifade bikin û bi salan di qoncîkên zindana de temenê xwe birizînin. Lewra herwekî ku tê zanîn li gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê medreseyên ku di wan de perwedeya dînî tête kirin hene û tu resmiyeta wan jî tuneye.  Ji xwe berî bi demakê gelek ji wan medreseyan bi zanebûn hatine girtin û diyare ku dixwazin yên mayî jî bi vê qanûnê û ya 219an bigrin.

Qanûna 219a dibêje: ”Heke, meleyek, xetîbek, waizek, rahibek û hahamek di hengama bicîhanîna karê xwe yê dînî de birêvebirina hukumetê, qanûnên dewletê û kiryarên hukumetê şermezar bike û li ser biaxife ji mehekê ta salekê cezayê girtîgehê û pereyê edlî dê bêtin cezakirin, yan jî dê ji vana bi yekî bêne cezakirin”.

Ez dibêjim dê ji cezayê girtîgehê bêtir yê pereya bidin meleyên ku ji xwe meaşê wan têra wan nake da ku careke dinê tiştekî wisa nekin…

 

 

 

 
Dem:23/5 2005  Seet:13   şandine: Mucteba baravî       Vegere