|
Dema
Nû 3/ 9 2005-Li Tirkiyeyê, Kurdên ku dixwazin pirsa Kurdî, bi
awayekî demokratîk û aşîtane çareser bibe ku di nav wan de Serokê
giştî yê HAK-PARê Abdulmelîk Firat jî heye wê di 4ê Îlonê 2005an de
li Enqerê, li otela Buyuk Surmelî civînekî pek bînin.
Ji partiyên siyasî,
Serokê Giştiyê Hak-Parê Ebdilmelîk Firat, Cîgirê Giştiyê Hadepê yê
kevn Eyup Karakeçî, li ser navê MESOPê (Partîya Sosyalîsta
Mezopotamya) Sînan Çîftyurek, ji saziyên siwîl Mudûrê Giştiyê Kovara
Serbestî Umît Firat, Serokê Kurd-Kavê Mehmet Celal Baykara,
Birêvebirê Weqfa Mafên Mirovan Mehmet Vural, nivîskar Altan Tan,
Sîyasetmedar Fuat Onen, Niviskar Suleyman Çelîk, di vê çerçevoyê de
ji raya giştîra nameyek belavkirin. Di vê nameyê de tê diyarkirin ku
piştî gotebêja Serokwezîrê Tirkîyeyê Tayîp Erdogan pirsa Kurdî di
rojava Tirkiyeyê de ciyê xwe girtîye.
“Pirsa Kurdî bi
awayekî demokratîk û aşitiyane...”
Di nameyê de tê
gotin ku herkes pirsa Kurdî li gor fikir û mentalîta xwe dinirxîne û
şirove dike. Gelo ka Kurd li ser wê pirsê çi dibêjin, di vê nameyê
de weha hatîye pêşkeşkirin: “Yên ku pêwîste li ser vê meseleyê
xeberdin, dengê wan dernakeve, yên dilxwazê çaresirkirina pirsa
Kurdî bi awayekî demokratîk û aşitiyane ne, pêştniyarên xwe yên ji
bo çareserkirinê bi avayekî dilsoz û bihêz naynin rojevê. Pêştniyar
û xebatên ku mora xwe rojevê dixin jî, ji dêlva ku piştgirîya
çareseriyê bike, zêdetir astengiyê dixe pêşiya vê meseleyê.”
Di nameyê de tê
eşkerekirin ku divê ev rewş demek zû bê bi cih anî û hêzên ku
belawelane berhev bînin û weha hat domkirin: “Ji ber vê yekê di vê
pêvajoyê de yên belawelane berhev bê anîn, ji bo çareserkirinê
pêwîste dengekî gur derkeve. Divê raya giştî bi awayekî rast bê
agahdarkirin. Ji bo ku pirsa Kurdî bi hemû şêweyên xwe yên dîrokî,
siyasî, civakî, çandî, aborî û hwd. bê fam kirin û nasandin, ji bo
meselê bi awayekî zelal li ser bê minaqeşe kirin, ji bo pêşniyarên
li ser vê meselê bigihên encamek, em di wê baweriyê de ne ku
wezîfeyek mezin dikeve ser milê me. Bi vê armancê li ser pêşketinên
dawî, em bikêr dibînin ku li ser van hemû meselê û babêtan em bi
hevre pirsa Kurdî minaqeşe bikin.” |