Li gora medya alîgirên PDKê
dibêjin xelkên sivilinl êriş birine ser baregehên wan, lê li
gora Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, êriş ji alîyê hin
nûnerûn PDKê û polisan ve hatîya organîzekirin û dema êrişê
ser beregahên wan hatîye kirin telefonê polisan kirine, lê
polisan pir dereng midaxile kirîye. Ev helwesta polisan jî bû
sedemî kuştin û birîndarkirina hin kadêrên Yekgirtûya Îslamî.
Li gora Portela yekgirtûya
Îslamî, di dema rûdana bûyeran de, wan têkilî bi serokê Îraqê
Celal Telebanî û serokê Kurdistanê Mesud Berzanî re danîne ku
bilez midaxileyê bûyerê bikin ku bûyer zêde mezin nebe û
hesab ji kesên ku destê wan di vê bûyerê de hene, werin pirsîn.
Li gora Yekgirtûya Îslamî ku me
bi rêya telefonê pira xiber da, dibêjin ev êrişeka
organîzekirîye. Lewra heke organîzekirî neba, wê çewa li
hemû bajarên ku PDK desthiladare wek Dihok, Zaxo, Amêdî,
Akrê, Simêl, Şeqlawa û Sersink û hinek bajarokên din, êriş
di eynî seetê de were kirin. Çima hetanî niha tiştên waha
tunebû? Di mintîqa Behdînan de YNKê tune bi tenê baregehên xwe
nû vekirin. Li mintiqa Behdaînan PDK desthiladar e û Yegirtû
jî mixalefet e.
Ji ber vê yekê PDK tehemul nake
ku em bi serê xwe bikevin hilbijartinan. Tê îdea kirin ku me
ji kurd û şehîdên Kurdn re xiber gotîye, ev ji binî ve
derewe û heke bi wijdaninj û bi demokirasî û edaletê bawerin,
bila isbat bikin. Em ji van tiştan natirsin û ji karê kuştin û
şidetê ji nefret dikin. Ji ber ku tiştên waha ne li rê, di
baweriya me de qedexeye. Me dev ji kurdîtîya xwe
bernadaye û em ne ji bona hilbijartin û PDKê jî dibin kurd.