serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Dewleta Tirk: Ji bona pelçqandina Kurdan serî li metodên nû dide

KSN/ 7/9 2005- Dewleta Tirk tu tştek nemaye ku ji bona ji holê rakirin û pelçiqandina miletê kurd, bi kar neanîbe. Dîroka dewleta tirk, bi bûyerên bi vî rengî dagirtîne. Çi li metrepolan û çi jî li Kurdistanê be, dewleta Tirk naxweze ku miletê Kurd wek mirov bijî û jîyanê li wan dike kul û jehr. Yek ji van lîstikên genî ew e ku, dewletê gurûbên lînckirinê oraganîze kirî û miletê kurd bi tirkên nîjatperest didn lêdan û bi xwe jî lê  temaşedike.

Divê merû bizanibe ku alîyên Apocîyan di vî warî de bê guneh ninin. Heta gelek caran PKK dibe destikê van metodan  û kurdên dest vala bi tirkên nîjat perest dide lêdanê. Ji xwe xema wan jî nîne ku Kurd rezîl bûne an lêdan xawarîne.

Bûyerên  karadeniz, Bursa û hin deverên din şahidê vî yekêye. Dewleta Tirk ji alîyek Kurdan bi nîjatperestên tirk dide teror kirinê û li alîyê din rola qehremanîyê dide polisan  ku trorîst ji lînçkirina  sivîl xilaskirine.

Ev miletên tirk yên ku bi hezaran di nava çend deqan de li hev komdibin, ne mumkune ku bê organîze be. Ev kesana di bin baskên dewletê de organîzê dibin û di bin çavdêrîya dewletê de êrişê kurdan dikin.

Rêvebirên dewletê dibêjin; van buyerana ji der û ji hundur ve tên piroveke kirin, di eslê xwe de ev piravekasyonên van demên dawî dewlet bi xwe dike. Ewên êrşên Kurdan dikin û bi hovîtî li kurdan didin, dikujin û birîndar dikin, kesek ji wan nayên girtin, kes nayê cezakirin û di serda ji rayedarên dewletê bi tevê medya tirk wan kesana pîroz dikin û karê ku wan kirî,  kerekî muqedes dibînin.

Ji xwe ji naha û pêve, bûyerên waha dikare herdem biqewumin. Tirk dikarin di mesela bazirganî, dibistan, seyhet û kar û xebatên rojê de, tiştek herî piçûk bike sedem û li metrepolan, Kurdan lînç bikin. Ji xwe ji vî yekê hêsantir jî tu tiştek tune. Jîyana her kurdek li Merepolên Tirkîyê di bin xeterê da ye.

Gelo ewên li ber kemerayên televizyonan û li ber çavên polis û dewletê, bi awakî hovane kurd linçdikirin, çend kes ji wan hatin girtin?

Îro li Stenbolê regezperestên MHPê îrşî pêşengeha bûyera  6-7ê sala 1955an ya talankirina Yunanîyan kirin û tabloyên wan şikandin.

Gelo  çend kes ji wan hatin girtin û derxistin pêşberî mehkemê û hatin ceazakirin?

Bê guman dunya û miletê Kurd, vê helwesta dewletê dibînin û dizanin ku ev bûyerên bi vî rengî dibin baskên dewleta tarî de tên kirin.

Me li jor got:  PKK jî di van bûyeran de bê guneh nînin.

Dema min berê xwe de kanala CNNTurkê, min baqasî wehşata miletê tirk dît, ewqasî jî sûc û xetayên ewên ku ev meş organîze kiribû dît. Bê guman ji wehşta tirkan re em ne bayanînin, lê yê berê miletê kurd daye vê belayê bi yek gotinek, ji neyarên kurdan hê xirabtirin. Kerê bê goh jî dizane ku, dema kurd ji Hekarîyê, Îskenderûnê, Amedê, bi wêneyên Evdila Ocalan bên Bursayê wê rastê êrişên dijwar bên.

Bona çi organîzetoran tedbîrên ewlehîyê negirtin û miletê destvala anî hatin dan ber regezperestên tirk û wan jî lêdan? Divê her kes li ser vê yekê bifikire:

Organîzên bi vî rengî, bi kêrê kê tê û kurd wekî milet çiqas ji meş û çalakîyên bi vî rengî fêde dibînin?

Gelo ji bilî van metodên ku Apocî bi kartîinin û dibêjin em ê bi vî awayî xwedî li serokê xwe derkevin, metodên din tune? Birastî jî Apocî bi vî wayayî li serokê xwe xwedî derdikevin, an Kurdên tînin bi faşîstên tirkan didin lêdan û rezîldikin û bi rûmetk û şerefa miletê Kurd dilîzin?

Divê êdî miletê kurd mejûyê xwe bi kar bînin û bese ku werin van lîstikên ku wan nizim dikin. Ji bona xwedî lêderketina Evdila Ocalan, meriv  kurdan ji Hekarîyê û Amedê nayîne Bursayê û bi terkan nadin rezîlkirin.

Ma qey qet kurd li Bursayê tunebûn ku daxwîyanîyê bixwînin û piştgirîya xwe ji bona Evdila Ocalan bidana dîyarkirin? Bawerdikim bi 10 hezaran kurd li Bursa û nevçeyên wî henin.

Divê raya giştî ya kurd dengê xwe bilind bikin û beng li miletê Kurd bikin ku, êdî bese hûn tên van lîstikana.  Bi meşên wah mirov nikarin xwedî li tu kesî derkeve.

Dewlet dixwaze Kurdan bi hin metodan, bêşexsîyet û bê rûmet bike û li ser kurdan hin listikên genî dilize. Divê Kurd di vî warî de hişyarbin û hin kes rojê berê wan nedin rêyek ku nizane kuda diçin.

 

Çevkanî:      Amadekar:  Dilbirîn          Dem:   8/9 2005        Seet: 22:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî