|
Li Bolû
Teqîn!
KSN/
22/7 2005- Diho
êvarê saet di 22.30an de li Fabrîka Xwarinê ya li piş îstesyona trênê
teqînek çêbû. Ji ber bandora teqînê malên li navenda bajêr hejiyan û
xelkên bajêr bi tirsa ku erdhejeke nuh e, ji malan ber bi derve baz
dan.Piştî teqînê hemû îftaiyeyên bajêr ber bi fabrîqeyê de ji bo
vemirandina agir hatin şandin. Rêya bi navê D-100 şirîta Îstenbûl-Enqere
bi temamî ji trafîkê re hate girtin.
Piştî
teqînê xwedî û nêzîkên kesên di fabrîqeyê de hatin û ji ber ku polîs
nehişt kesek nêzîkî fabrîqê bibe gengeşî û teşqele derketin.
Hêj
naye zanîn bê ka çiqas mirî û birîndar hene.
Çavkanî:înternethaber.
Amadekar: Mucteba Baravî
|