|
Li Bexdayê bi sedan kuştî û Zerqawî şîîyan bi qetlîamên nû
tehdît kir
KSN/
14/9 2005- Iroj dîsa taxa Kazimîyê ya şîîyan li Bexdayê, bû armanca
êrişên xwe kujî û li tevaya Îraqê 142 kes hatin kuştin û 160 kes jî
birîndarbûn. Museb Zerqawî li ser interntê dide dîyarkirin ku, wan tola
Telehfirê girtine û wê şerekî bi tevayî li dijê şîîyan were dest pêkirin.
Zerqawî, her wusan bang li erebên sunî dike ku, ji sebr û sebata xwe sist
nebin û ji xefletê ji hşar bin. Ev herbeke li dijê sunîya ne û divê em ji
şikeftên xwe derkevin meydanan.
Her wusan 15 kilo metre li
bakurê Bexdayê hin kesên çekdar bi şev davêjin ser gundekî û 17 kesan ji
malê wan derdixîne û li nava gun dikujin. |