serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Li Bexdayê qetlîam

KSN/ 31/ 8 2005- Li Bexdayê bi sed hezaran şîî wê tev li bîranîna şehadeta îmamê şîî Mûsa Kazim bibûna û ber bi texa kazimyê de,  diçûn Mizgefta Qadimîyê. Li ser pira çemê dicle ya binavê El-Aymayê, hate ragihandin ku  wê bûyereke întiharî pêk were û milet ji tirsan dest bi revê kirin û bi hatina pêlên mirovan ve,  gelekî morov di bin lingan de pelixîn û gelekan jî xwe ji tirsan avêtin çemê dicle. Di encama vê bûyerê de bi qasî 640 kesî mirin û 255 kes jî birîndar bûn.

Cîgirê wezerî Tendurustîyê Celîl Şimêrî ragihand ku hetanî niha 500 kes mirine û dibeku wî jimara mirîyan hê zêdetir bibe. Şimêrî, sê tişt bûn sedemî vê qetlîamê, yek serê sibê bi roketê  êrişî milet kirin û 7 kes hatin kuştin û 36 kes jî birîndarbûn, dido, bihatina pêlên  mirovan li ser pirê gelek kse mirin û sîsê gelek kesan xwe ji tirsan avêtine çemê dicle û xeniqîne.

Hete ragihandin ku, qurbanîyên vê qetlîamê bi piranî jin, zarok û kesên salmezinin.

 

Çevkanî:   El-Cizire   Amadekar:  Dilbirîn          Dem:    31/8 2005                  Seet: 13: 00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî