serhed.net
  Menûya Kurdî 15/08/2005 - 13:36  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Li bakûrê Kurdistanê û Tikîyê çi di qewume?

 

KSN/ 18/8 2005- Dema mirov li rewşa PKKê û ya Tirkîyê dinêre, herwekî  tiştekî pir girînk qewimî be rojev pir germ dixwîye. Lê birastî jî, tiştek qewumîye an jî ji hin  sedemên pûç û vale herwekî tiştek nû qewumî be, dixwzin wusan rojevê germ nîşan bidin? Medya tirk herwekî serokwezîrê tirk Erdogan, tişteke nû keşif kiribe, hêwurze li darxistine û hinek ji partî, sazî û gûrûbên sîyasî yên tirkîyê jî Erdogan xayîn îlan kirin. Li alîyê din jî wê sibê PKK li Burûkselê bi civîneka çapemenîyê agirbestê îlan  bike.

Dibe ku axiftina  Receb Tayib Erdogan ya ku li ba tirkan pir meşhûr e ku li Dîyarbekir got: " pirsa Kurd heye" pir mezin be, lê di eslê xwe de ji bona miletê Kurd nayê mena tu tiştekî. Erdogan dibêje; pirsek binavê pirsa Kurd heye, lê rêyên çerserîyê jî li pêy rêz dike. Yek milet, yak dewlet û yek al; yanî mabesta Erdogan ji yek miletî miletê tirk e, ji yek dewletî jî dewleta tirk e û al jî ev bû 80 sal e ku bi xûna miletê kurd hatî avadan ala tirk ya sor e.

Ji xwe fikrên serokê PKKÊ yê berê Evdila Ocalan jî, wekî yên Erdogan e. Ocaln jî di gelek hevdîtinên xwe yên bi abûkatên xwe re, dibêje; ji kurdan re dewlet û al û muxtarî lazim nîne. Ocalan 4 salan li defa Komara Demokiratîk xist û ew jî  komara ku Mistefa Kemal damezirandîye. Û  Mistefa Kemal li ku bi cî hîştîye, Ocalan dixaze ji wurda dest pêbike û Komara Demokiratîk  bigîhîne armanca wê.

Bi ya min miletê Kurd ji bona çareserkirina pirsa kurd bi xwe jî ne amadene. Ji xwe dewleta Tirk bi tu awayî naxwaze bi kurdên welatparêz re bide û bistîne, lê navnîşaneka hevgirtî ya ku temsîlîya miletê Kurd bike jî  tune ku li ser navê Kurdan bi axife.

Pirsa Kurd ji Erdogan pir mezintir e, lê li ser tqdîra ku em bêjin dewlet dixwaze rêyekî ji pirsa Kurd re bibîne, wê bi kurdên ku di îrada xwe de qels û dibin kontirola xwe de bide û bistîne.

Heke em bêjin ku dewleta Tirk dixwaze ji kurdan muxatab qebûl bike, wê ji kurdan Apocî  muxatab qebûl bike. Ji xwe ji nahave rê dîyar e û MGK/Mili Guvenlk Konsaya tirk carna li girva Îmralîyê emr û fermanên xwe ji Ebdulah Ocalan re dibêjin û carna jî li Enqere kom dibin, ku karên ku dixwaze Hukumata AKpê li ser navê eskaran bike weke rapor didin Erdogan.

PKK Û AGIRBEST

Gelo PKKê çima dest bi şer kir û ji bona çi wê sibê agirbestê îlan bikin?.. Lo gora ku di medyayê de derket, tê gotin ku emrê destpêka şerê PKKê yê vê dawîyê ji Îmralîyê bi destê Ocalan û Serfermandarîya tirk hatîye dayîn. Her halde wê dîsa emrê agirbestê ji Îmralîyê bê dayîn. wekî din tu rêyek ji vê agirbasetê re tune.

Sibê ez ê dewamîya vê nivisê binivîsînim

 

Dilbirîn.

Dem: 18/8 2005 Seet: 13




 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî