serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

 Li Amedê, komcivîna rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd xilas bû

 

PNA/Amed
Mihemed Eren
PNA-Komcivîna rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ku di 17ê çileya Pêşîn de li Amedê, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî dest pê kiribû, ev roj berê êvarê xilas bû. Di vê komcivînê de ev du roj e ku 46 rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd, destûra axaftinê xwestin û bîr û rayên xwe pêşkêşkirin û encama vê komcivînê, bi beyanek ji raya giştî re hat belavkirin.
Di komcivînê de piraniya axaftvanan diyar kirin ku divê li Bakurê Kurdistanê jî pirsa Kurdî, bi şêweyeke demokratîk û federatîf bê çareserkirin.
 

Herweha hemû beşdarên komcivînê, bi şêweyeke eşkere diyar kirin ku divê hemû Kurd piştgirî û alîkariya pêşketinên Başûrê Kurdistanê bikin.
Beşdaran bal kişandin ser hilbijartinên Iraqê û Kurdistanê jî û serketin ji listeya 730 re xiwestin.
Ev komcivîna rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ku ji aliyê Gruba Demokratîk a Netewî ya Kurd ve hatibû amadekirin, ev roj jî gelek şexsiyetên xwerbixwe, ronakbîr, siyasetmedar û berpirsên partî û rêxistinên Kurd beşdar bûn.
“Mafê gelê Kurd heye ku xwe bi awayek siyasî, îdarî, yasayî ifade bike”
Serokê HAK-PARê Ebdulmelik Firat jî ev roj di komcivînê de axaftinek kir. Firat, diyar kir ku li perçeyê Tikiyeyê jî mafê gelê Kurd heye ku xwe bi awayek siyasî, îdarî, yasayî ifade bike û birêve bibe.Firat, eşkere kir ku ji her demê bêtir nuha pêwistiya gelê Kurd bi yekîtiya partî, rêxistin û welatparêzên Kurd hene. Firat, bang li hemû partî û rêxistinên Kurd kir ku van pêwendiyan bêtir xurt bikin.
Di komcivîna ev roj de herweha gelek beşarên din jî axaftin û bîr û rayên xwe yên ji bo çareserkirina pirsa Kurdî pêşkêşkirin û komcivîn xilas bû.
Di encama vê civînê de beyanek ji raya giştî re hat belevkirin.
Çend madeyên vê beyanê weha nin;
Ev komcivîn ji bo hemû nirx, heyî û hêjahiyên Kurdan bê parastin, bi armanca ji bo berhevhatin û yetîtiya Kurdan pêk were hatiye li dar xistin. Hemû axaftvanên vê komcivînê di vê derbarê de bîr û rayên xwe anîne ziman.
Kurd, di dema Dewleta Osmaniyan û di dema avakirina Komara Tirkiyê de hemû mafên çarenûsiyê ji destê wan hatiye vergirtin û hatine red û înkarkirin. Ji bo vê yekê pêwîst e ku Kurd yekîtiya xwe xurtir bikin.
Beşdarên vê komcivînê red û inkarkirina gelê Kurd napejirîne, dipejirîne ku çareserkirina pirsa Kurdî ya îdarî, siyasî û hukukî , di çerçewoya wekhevîyê de bi destê hêzên gelê Kurd pêk bê.
Beşdarên vê komcivînê, ji bo nasandin û qebûlkirina hebûna gelê Kurd û ji bo kewandina êş û azarên gelê Kurd, daxwaz dikin ku yasa û destûrek demokratîk û pluralîst bê amadekirin.
Beşdarên vê komcivê, ji dêlva avakirina hewdaneke siyasî, şexsiyet û rêxisrinên ku nêzî hev difikirin, li ser pêkanîna yekîtiyê di van diyalog û pêwendiyên germ dabin. Ji bo vê yekê, wê xebatên ji bo agahdarkirin û şiyarkirina gelê Kurd bê kirin.

 

 

Çevkanî: Peyamêr  Amadekar:   M E  Dem:  19 /12 2005           Seet 12: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî