**Menûya Kurdî**
 

Kurdistan Airlines dest bi seferên xwe kir.

 KSN/ 22/7 2005- Êdî dê seferên yekser ji Kurdistanê ber bi welatên dinê ve dest pê bikin. Sefera yekem di navbera Duabi û  Hewlêrê de pêk hat. Vê gavê tenê balafirek Boein 737 ya balafirgeha Kurdistanê ya li Hewlêrê heye. Wezîrê gihandin û ragihandinê yê herema Kurdistanê Heyder Failî got: “Em rojeke dîrokî dijîn!”; cîgirê wî  Reşad Omer jî “Ev balafirgeh jî mina balafirgeha Iraqê, balafirgeheke Iraqî ye”. Omer ragihand ku dê fîloya xwe xurtir bikin û seferên yekser bo Ewrûpa jî bikin.

Rojeke berî vê jî balafirgeha Sulêmaniyê ji hêla Serokkomarê Iraqa Federal Celal Talebenî ve hatibû vekirin.

Ji axeke azad, ber bi semayên azadiyê de firîn, hesreta dilê her kurdekî ye.

Ez bawer dikim heke seferên firînê yên yekser ji Kurdistanê ber bi Ewrûpa ve dest pê bikin dê ev yeka hanê bi rexbeteke gelek xurt bête pêşwazîkirin û ji bo çûyîn û hatinê rêwî têkevin dorê… serkeftin ji bo Kurdistan Airlines….

 

 

 
Dem: 18/7 2005  Seet: 22  şandine: Serhed.Net        Vegere