|
KURDISTANA AZAD A HEMU KURDAN E.
"Qet metirsin le têkoþan,ta ku bigên be armancman.
Ew kesey le mirdin tirsan ne kerwanî
xebat ce man."
AMED,
20/4 2005- Çi xweþ gotine birêyên me yên baþurî.Belê, niþtimanê ême disa ber
diranên xwînxwarên de ye.Gelê Kurdistana Azad bi hemû hezên xwe bi xebatên
dîplomatîk,bi hewlên medyaya Kurdistana Azad,bi riya dezgehên Dewleta Federal A
Kurdistan,bi daxûyanîyên wek Br.Mesûd BARZANÎ, li dijî çavsorên ku dijminahî yên
xwe li beramberî destkeftên neteweya Kurd li Kurdistana Azadi,bi her avahî nîþan
didin,bê tirsîn têdikoþin.
Neteweya Kurd bi têkoþina xwe ya dûr
û dirêj li Kurdistana Baþûr niha ber bi derîya serxwebûnê hatin.Kurdistana Baþur
û bi tevahî hemû gelê Kurd bo wan rojan zêde zêde berdêl da.Niha di serî de
Dewleta Tirk û hêzên din ên dîyar bo serneketine Kurdan hewlek mezin
didin.Tirkîyê mafê serxwebûnî tenê bo Neteweya Kurd ne rewa dibîne û tehdîdên
tund li gelê Kurd dike.Li gel vê yekê bo
50-60 hezar Tirkmen an jî Tirkên Qibrisî û bo berjewendiyên xwe yên
stratejîk qiyametê radike.
Kurdistan divê Serbixwe be,ji ber ku -bi kurtasî-;
- Berdawamîya û pêþketina
þaristanîya Kurd,
- Bo gelê Kurd jiyanek baþ û
biewle
- Bo parastina dîrok,nirx û
rûmeta Gelê Kurd ji dijminên wek Tirkan
- Bo pêþketina Kurdan di
warên wêje,musik,huner,mimarî,zanist,teknolojî
û hwd. de
- Bo pêþketina
çand,aborî,zimanê Kurdî,modernizasyona civakî,bo bilind bûna standartên jiyanê û
dahatuyeke azad bo mirovê Kurd
di "Kurdistaneke Serbixwe"
de ye.
Daxwaza Neteweya Kurd wekî
netewperestî tê binav kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa
dixwaze,mafê tu kesê binpê nake.Her wiha netewperestîyek maqul û ku dest
navêje mafê tu gelekî û bêzirar be wekî
hemû gelan mafê gelê Kurd e. Dewleta Tirk angaþt dike Kurd ku Kerkûk ne bajarekî
Kurdîye,eþkereye ku Dewleta Tirk ji ber heman sedeman vê angaþta bêbingeh dike.
Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaþtên
vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Derdê neteweya
Kurd ne petrole.Petrol di hemû Kurdistana Baþur de heye.Her wiha le baþurê
Kurdistanê madenên din jî heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin rêveberîya
Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê sanayîyê de di rêza
6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza 1emîn de ye. Lê çawa ku
Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê Kurdistanê ye.
Kerkûk di wan belge û xalan de diyar dibe ku bajarekê Kurdistanê ye;
- Ewliya Çelebîya Tirkan di
"Seyahatname" ya xwe de diyar dike ku "Kurdistan ji wilayetên wek Erzurum,Wan,
Diyarbekir,Cizire,Ciziri ibn Ömer,Ýmadiye, Musul(Kerkûk jî girêdayê vê wilayetê
ye),Þarezor û Ardelan pêk tê.
- Þemseddîn Samî ku yekem
zanînnameya Tirkan nivîsandiye,di derbarê Kerkûkê de wiha dibêje;"Kerkûk ,li
bajarê Kurdistanê Musilê de ye û 160 km dûrî Mûsilê ye.Û berdewamîya nivîsa xwe
ya ser Mûsilê de Kurdistanî bûna Kerkûkê dûpat dikê
- Di belgeyên Osmanîyan de
Kerkûk wek bajareke Kurdî dihat binav kirin.´
- Hin nexþeyên dîrokî û
biyanîyan de jî Kerkûk di nav sînorên Kurdistanê de dihat nîþan dan.
- Di hêjmartinên 1922 û 1924
de li beramberî 494007 Kurd hejmara Ereban bi qasê 166941 bû.
- Bi hemû hewlên Erebandinê
bajarê Kerkûkê di hêjmartina giþtîya 1957 de nifûsa Kerkûkê ji %52 Kurdan,ji %26
Ereban û ji sedî 19 Tirmenan pêk dihat.
- Di hilbijatinên 2005an de
Kurdan li Kerkûkê ji %70 deng girtin ku di nav wan dengan de hin Kurdên ji
Kerkûkê hatibû sirgûn kirin tune bû.
Li beramberî hewlên Tirkan û yên din em
çi dikin;
Li gel hewldanên ku Kurdên Kurdistana
Azad dikin di jor de hatibû destnîþan kirin Kurdên perçeyên din bê dengin bi
taybetî jî Kurdistana Bakur.Dewleta Tirk her roj rayadarên Kurdistana Azad bi
tundî tehdîd dike,car caran bi dagirkirina Kurdistana Baþur jî tîne ser
zimên.Medyaya tirk heqeretên bi hercûreyî li Kurdan dike.Faþist û wawikên Tirkan
li dijî Kurdan çalakîyan li dar dixin,kifiran li Kurdan
dikin.Sembolên,rûmetên,wêneyên serokên Kurdan diþewtînin,tehdidên bi her rengî
dikin.Kurd cima bêdengin li hember þewitandina wêneyê Rêzdar Mesûd BARZANÎ!...
Li beramberî vê yekê Amed ku ji layê her derdorî wekî "Navenda Kurdan" dihat
binav kirin îro bê denge.Bêdengîyek kûr... Batman bê denge,Þirnex bê deng e,Wan
bê deng e,Merdîn bê denge,Riha bê denge,mixabin Mehabad jî bê denge,Sine jî
Kirmanþah jî...
ÇIMA?
Li Kurdistana Baþur ne
serbixwe be jî dewletek heye,bi dehan organên media,Hikumeta Kurdistan,Parlemena
Kurdistan,wezaretên Hikumeta Kurdistan,bi dehan sazî,dezgeh,rêxistinên
neteweyî(çandî,sîyasî,perwerdeyî û fermî) heye.Gelê Kurd di hemû perçeyan de bo
serxwebuna Kurdistanê þehîd daye,xwîna vî hatiye rijandin,xwîn rijandîye,xebat
kirîye,berxwedaye lê Serxwebuna xwe ji ber sedemên curbecur destnexistîye lê îro
çareserîya tenê ya hemû keþêyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêþketina
çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî KURDISTANA AZAD
heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî
ew hemû pêþketin ya hemû gelê Kurd
e.Beþekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe.
Parastina Kurdistana Azad
ango Kurdistana hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û neteweyî ye.Kurdên ku li
pêy tiþtên çopikî û bêwate de diherin di nav sernewqiyek mezin de ne.Kurdên
Kurdistana Bakur ber bi TIRKBUNEKE DEMOKRATIK û HEMWELATI BUNEKE EKOLOLOJÎK-AZAD
re bêdeng bêdeng dimeþin.Tirkbûn bûyê bingeha stratejîya wan.Êdî wisa bûye ku di
hemû dezghên xwe de tehemmula axaftina zimanê Kurdî jî
nakin.Televizyona wan jî heman polîtîka da dimeþe ango ROJ TV wek neynika
wan e.Xebatkarekê ROJ TV Mahmûd ONDER bi xwe
eþkere dike ku "li her derê televizyonê tirkî tê axaftin" û diyar dike ku
"ez dikarim hinek jî pêde biçim bêjim, ne tenê tê axaftin, ``hewl tê dayin, ku
tirkî were axaftin.” " hemû dezgehên
wê rexistinê de heman tiþt heye.Ev yek jî nîþana polîtîkaya wan e.Jixwe ji holê
rakirina zimanê Kurdî tê wateya ji holê rabuna vê gelê ye.
Ger ziman wenda be, nîn be
hiþyarî,raman,têgihîþtin,rexne,dîrok,rabirdû,dahatû
wateya heyîne namîne.Bêþik mijara
zimanê û rûdanên girêdayê wan meselayan mijarên nivîsekê dinin lê ev xal jî ber
çavane ku xwedî derketina Kurdistana
Azad,Kerkûka paytext û wd. di vê alî de,hiþmendîya xwedî derketina zimanê Kurdî
tune dikin û bihujîna rastin û gelemperî ji layê wan tê cêbece kirin.Bi daxawa
beþekî mezin ji Kurdan bi serhiþkî tevdigerin û rastîyê nabînin ku li Tirkiyeyê
Kurd ne ”alt-kîmlik” in ne jî Turkiyeyî bûn
“ust kîmlik “e. Salan berê PKK li Kurdistana Baþûr de li KUKê an jî hêzên
din yên Kurdî çi dikir,stratejîya PKK çawa bû niha jî hevþêweye.A niha girseyekî
mezin ji Kurdan li pêy polîtîkayên
dijeyatî kirina Serxwebûna Kurdistan,pêþketinên li Kurdistana Azad,dubendî
xistina di nav hiþ ramanên gel û yekîtî û hiþmendiya Netewîya Kurdî,heqeret
kirina serok û rêveberên Kurd , xepandin û veþartina rastîyên dîrokî ji gel û
xelet agahdar kirin û ewiqandina bi tiþtên vikûvala(Bi vê avahî lawaz kirina
têkoþîna serxwebûn û pêþketina Milletê Kurd) û þaþ qenalize kirina Gelê Kurd de
dimeþin.Erka Kurdên ku li pêy wan politikayan de nameþin û rastiyan têdigêhêjin
hiþyar û îqna kirina Kurdên din in.Helwesta Tirkiye pirr zelale.Listika ala û
bilind bûna rengê þovenistî li Tirkîye derxistiye holê ku dijminê Kurdan ne tenê
dewleta Tirkîyeye her wiha girseyeê mezin ji Tirkan e jî.Di xwepeþandanên bo
piþtgirîya ala tirk de bi sloganên”Tirkîye Tirk e,Ewê Tirk bimîn e” jî xuya bû
ku bo Gelê Kurd çareserîyek tenê heye,ew jî Kurdistaneke Serbixwe ye.Di meselaya
ala tirkan de jî Dehapîyan û serokên þaredarîyên Dehap î daxûya kirin ku ew jî
girêdayî vê ala ne.Xwedîye vê alê jî di dehan sal xwîna Kurdan rijandî ye.Ango
rewþ bi giþtî wisa ye.
Lê hin jî
ne derenge Gelê Kurd divê bê derengî
bi bîr û boçûnên neteweyî û bi nêrîneke xwebawer dest bi xebatan bike.
Mesela;
- Di zûtirîn kat de divê
partî,sazî,dezgeh,hêz,tevger,platform,navend bi giþtî Kurdên ku ne li pêy wan
sernewqiyan de ne, bernameya netewî amade bikin,partî û sazîyên ku derwey
siyaseta TIRKIYEYI BÛN ê ne divê werin cem hev û hêzên xwe yek bikin.Stratejîya
neteweyîya Kurdî saz kirin.
- Bo Kurdistana Bakûr divê
Konseyeka Neteweyî were damezirandin.Wê konsey divê bi Kurdistana Azad re jî
têkîlîyên xurt dayine.
- Kurdên ku li diaspara
dijîn dikarin rolek mezin bileyzin.Dewletên ku lê dijîn karin a çalakîyan li
darxin,bi rêvebirên wan dewletan re hevdîdinan pêk bînin û diplomasî û
dezenfermasyon pêkbînin.
- Her wiha her Kurdek dikare
bi serê xwe jî bixwebite.Nikare be hêç tiþtek jî bike,dikare e-name yan li
NY,PE,sazîyên navnetewî,organên medyaya cîhanê û Tirkîyeyê re
biþînin mafdar bûna gelê Kurd bînin ziman û piþtgirî bixwazin,
- Bo diplomasîyê bi
Kurdî,Tirkî,Engilizî û bi zimanên din divê malparan werin çêkirin.
-Divê piþtgirî bidin tevgera
referandûma li Kurdistana Azad re piþtgirî bidin.Ger gelê Kurd bi referandumekî
bi riya NY bê pêkanîn serxwebuna xwe -wek Teymura Rojhelat,Eriteria,Çekoslovakia
û gelek welatên din ku bi awakê aþtiyane serxwebunên xwe bi dest xisti ji Iraqê
cûda bibe.
Edî
divê Kurd jî rastîya sîyaseta cihanê baþ fambikin,dev ji sîyaseta kevneþopî
berdin.Ger Neteweya Kurd vê delfeta
mezin jî wenda bike þit lê tuneye ku xeterên pir mezin ewê li ber dahatuya
Kurdan derkeve holê.
Bila mirovê Kurd ji bîr
neke ku hêzên ku angaþata "Êdî ne dema dewletên serbixwe ye,cihan global buye û
ji ber wê jî pêdivî dewletekê re nîne" dikin herî pir girêdayê ramana dewletên
neteweyî ne.Kî dew ji Dewleta xwe ya serbixwe û netewî berda-berdide,herin ji
Fransiyan bipirsin,ji Elmanan,ji Emerîkîyan ku li her derê ziman û ala wan
heye,ji Îtalîyan,ji Ereban,ji Japonan,ji Îspanîyan,ji Ingîlîzan,ji Tirkan,ji
Farisan,ji Rûsan bipirsin bêgûman bi tûndî,devên bi peroþ û xozî bersiva NA
bidin.Çima 50 milyon bêjin ÊRE.
Tirkên ku li Enqere li dijî
kurdan çalakî çêdikirin ji devên wan dirûþma "Emê dibe ku þevekî de werin(Ango
îhtîmla darbeya leþkerî tuwanc dikirin)" diqîrîyan.Edî dem hatiye ku Kurd jî
bibên "Emê dibe ku þevekî de SERXWEBÛNê îlan bikin".
Pêk anîna hiþa neteweyî ya
Kurdî,modernîze kirina civaka Kurdî,pêk anîna hiþmendîya dîrokî ya Kurdî heta
çareserkirina kêþeyên civaka Kurd
dikeve ser milê rêvebir,rewþenbir,nivîskar,berpirsên medya,pisporên siyasî,kesên
hizirdar,bîrewer ku pergala cihanê têgihîþtine û inteluktuelên Kurd.Bê serbixwe
bûyîna Kurdistan ne mimkune ku hin kêþeyên girîng were çareserkirin û peþxistina
zimanê Kurdî,wêjeya Kurdî,medyaya Kurdî bi wan re girêdayîye.Bo rizgar kirina
Kurdistan divê bizûtneweya rizgarîya Kurd xwedî sîyasetek Kurdistanî be.Bergehek
eqilane divê bo helsengandin û nirxandina xeterên ber siberoj(dahatû) û
berdewamîya heyîna Kurd.An ew hiþmendî di gelê Kurd de pêk were an jî pêþberî
milletê Kurd rojên reþbînane ewê derkeve peþberî dahatûya Kurd.Hêz û rêxistinî û
kesên bakurî! Qet metirsin le têkoþan,ta ku bigên be armancman.
Serhad B.RÊNAS
B.KURDISTANÊ-AMED
serhadbrenas@yahoo.com
|