
KSN/ 11/9 2005- Do Kurdên Swêdê li
Stockholmê, di semînerek de ji bona bîranîna şoreşa sala 1925an û rêberê
wê Şêx Seîdê Pîran li Kista Träff hatin ba hev. Semîner seet di 13:00 de
bi deqekî rêzgirtina ji şehîdan re destpêkir. Bi qasî 400 kesî beşdarî tê
de kirin. Piştî axiftine destpêk ya ku ji alîyê segreterê Komelê Dilbirîn
Şerfdîn ve hat kirin, nivîskar, lêkolîner û edebyatzanê Kurd M. Emîn
Bozaslan axifî. M. Emîn Bozaslan di axiftina xwe de, bal kişand ser
lîstikên ku ji alîyê dewleta Tirk de, li himberî şoreşa 1925an de
hatine lîstin û waha got.
Dewleta Tirk tim xwestîye ku şoreşê ji
kirasê wê yê eslî derbixîne û bike şoreşek paşverû ya îslamî û ji ruhê
netewîtîyê dûr bixe. Sedemên vê yekê jî ew e ku Kurdan bi tenê bihêle. Ji
xwe heke dewleta Tirk bêje; şoreşa Şêx Seîd ya Kurdîye divê, mafê kurdan
bidê. Her wusan Bozaslan da zanîn ku zulma ku dewleta Tirk kirîye, ji ya
Hîtler hê hovtirbû.
Bozaslan, Lê em nikarin bêjin ku şoreşa Şêx
Seîd ji Îslamê jî dûrbû. Ji ber ku Şêx Seîd alimek Kurdbû û di wê demê de
hemû hereket ji dîn dûr nebûn.
Nevîyê Şêx Seîd Ebdulmelîk Firat, di
axiftina xwe de, bal kişand ser zulma ku ji alîyê rejma Kemalîst ve li
malbata Şêx Seîd hatîne kirin û rewşa sîyasî ya Kurdan. Firat, îroj
sê durûb Kemalîzmê diparêzn.
Yek, muslimanên Tirk
Du, nijatperestên Tirk
Sê, Kurdên Kemalîst. Ocalanokos
Ebdulmelîk Firat, li ser pirsa Kurd ya sîyasî jî waha got: di be ku em
xwedîyê cihê partî û cihê fikirbin, lê divê ji bona serketina pirsa Kurd,
yekîtîyek di navbera Kurdan de çêbe.
Semîner ji alîyê medya Kurdî û KTV û ya tirkî wekî TGRTê û rojnama Hurriyetê
ve hat şopandin.
Semîner ji alîyê Komela Kurd ya Demokiratîk û Kulturî ve hat dayîn û
seet di 17:00 de bi dawî bû.