serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Kurdên bakur wê li Diyarbekir bicivin

 

KSN/ 12/12 2005-  Civîna Yekîtîya Kurdan ya Demokiratîk  ya Netewî, wê vê carê li Diyarbekirê were pêkanîn. Daxwîyanîya ku li ser navê Komisyoan Xebatê ya Kurdan ya Demokiratîk ku ji portela serhedê re hatîye de, bang li kurdên bakurê Kurdistanê dikin ku beşdarê civina ku wê di 17-18 Çilê Pêşîn de li Diyarbekir tê amadekirn bibin.

Komisyon di daxwîyanîya xwe de, di 4 Îlonê de li Enqere Civîna Netewî hatibû pêkanîn û niha jî her dîsa li ser wê rê û rêçikê û bi hin perspektîfên firehtir wê Civîna Yekîtîya Kurdan ya Demokiratîk û Netewî li Diyarbekir li Otêla Pirestîjê  çêbe.

Mabest ji vê civînê, kurdên bakur dixwazin enîyek pir alî û pir reng û dengî, ji fikr û hizrên cuda û şexsî û terefên sîyasî ku di xalên mişterek de nêzîkî hev difikirin ku  li ser xalên mişterek dînamikên xwe bikin yak û werin ba hev û  rê li pêşîya rêxistineke   berfireh vebikin.

Di roja îro de, ku pêvajoya YEê dest pêkir, civaka kurd pêwîstî bi îradeya netewî heye ku em pirsgirêkên xwe minaqişe bikin û rêyên çareserîyê jê re peyda bikin. Ji bona vê yekêye ku,  em bang li her kurdekî dikin ku tev li vê cîvînê bibe


Nav û telefonên pewendîdar li jêr in

 

                      : Prestij Oteli, Ofis/Diyarbakır

Dem                    :  17-18 Çilê Pêşîn  2005 / Şemî û Yekşem

Saat                      :  10.00 - 17.00

Jimara telefon û E-mail

Bayram Bozyel  :  0532.354 29 36 – bbozyel@superonline.com

Sinan Çiftyürek : 0535.668 69 78

Alişan Mercan   : 0542.796 61 26

 

 

Çevkanî: serhed.net Amadekar:   D. Ş  Dem:  12 /12 2005           Seet20: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî