|
Kurd dev ji daxwazên xwe berdidin? |
KSN/
21/8 2005- Munaqeşeyên li ser reşnivîsa destûra Îraqê, li dor du sê xalîn girîng
berdewamin. Ew jî têkilîyên dîn û dewlet, parvekirina serkanîyên xwezayî û pirsa
Federalîyê ne. Tê gotin ku terfê Kurd wê dev ji daxwazên xwe yên Federalî û
biryardana li ser çarenîvsa xwe berdin. Îroj di medya tirkan de derket, lê me pa
ku hetanî medya erebî jî nivîsî. Portela el-Cizîrê radigîhîne ku, Ji Yekîtîya
Niştimanîya Kurdistanê Mela Bextîyar redigîhîne ku erbên sunî û şîî destek
nedanin daxwazên Kurdan yên Federalî û dest nîşankirina qedera xwe bi xwe û ji
ber vê yekêye ku dibe ku kurd dev ji daxwazên xwe berdin.
Erebên şîî û sunî bi hezaran daketin kolanan û ji
terefên sîyasî xwestin ku Federalîyê nekin reşnivîsa destûra Îraqê û Federalî wê
yekîtîya Îraqê perçe bike. Roja Înîyê jî Îmamên Mizgeftên şîî û sunîyan di wezên
xwe de, bi tûndî êrişî pirsa Federalîyê kirin û ji sîyasetmedarên sunî û şîî
xwestin ku xwedî li yekîtîya Îraq û dinê Îslamê derkevin.
Îmaman dan dîyarkirin ku dema di metnê destûrê de
gotina Federalîyê hebe, wê dengê neyînî bi kar bînin.
Çevkanî: El-Cizîre
Amadekar Dilbirîn
Dem: 21/ 8 2005. Seet: 00:30
|