Kurdan li dijî rejma Îranê
serî hildan
KSN/ 21/11 2005-
Li gora nûçeyên rojnama
tirkî Hurriyetê, dohî kurdan li bajarê Mihabadê
serî li himberî rejma Îranê heldane. Li gora ku hatîye
ragihandin, di xwepêşandanê de, yekê ji xwepêşanderan
bi kêrê êrişê ser polisan kirî û polisek hatîye
birîndrakirin û pişt re polis jî gule reşandîye ser
milet û kurdek hatîye kuştin. Li ser kuştina yekê kurd
miletê Mihabadê li dijî rejma Îranê serî hildane. Lê
hetanî niha nehatîye zanîn ku rastîya bûyer û mezinaya
serhildanê çiqas e û kesek nizane niha bûyer di çi rewşê da ye.