KURD - KOM
Lokman Polat
KSN/ 14/2005- Bi nav
û nasnameya kurd damezrandina komeleyeke sivîl ji bo legalîzekirina
pirsa netewa kurd gavêke berbipêþe û kareke hêja ye. Komele rêxistinên
demokratîk û sivîl in. Ew di jiyana sosyal civakî de roleke girîng pêk
tînin. Dewleta nîjadperest ku bi her awayî ji alî desthilatdariya
milîter ve tê birêvebirin, dixwaze ku pirsa netewa kurd terorîze bike.
Li hemberê desthilatdariya leþkerî, divê welatparêz, demokrat û
sosyalîstên kurd jî pirsa netewa kurd legalîze bikin.
Legalîzekirina pirsa
netewa kurd bi damezrandina partî û rêxistinên bi nav û nasnameya kurd
tê pêkanîn û bi têkoþîneke hevbeþ ya rêxistinî tê birêvebirin.
Komeleyên demokratîk yên sivîl bingeha sazûmana demokratîk in. Bêyî
rêxistinên sivîl, demokrasiyeke bi rêk û pêk nayê avakirin.
Tevgera demokratîk û
netewî ya kurd ji alî mîrasa damezrandina komeleyên sivîl ve xwedî
dewlemendîyeke û bingeheke wê yê saxlem heye. Tevgera demokratîk û
netewî ya kurd di vê hêlê de xwedî tecrûbeyên giranbihaye.
Ji damezrandina
DDKO-yan heta niha, kurd bûne xwedî tecrûbe û bi saya dezgehên
komelayetîyê xebatên hêja pêkanîne û bûne haceta pêþveçûn û þîyarbûnê.
Bi xebata partî, rêxistin û hemû cure komelayên kurdan gelê kurd
polîtîze bûne, li doza xwe ya netewî xwedî derketine û ji bo azadîyê
têkoþîyane.
Di navbera salên
1975-an heta 1980-yî komela ASK-DER, DHKD, DDKD û gelek komeleyên
kulturî yên sivîl ku li bajar û navçeyan hatibûn damezrandin, bûbûn
hêlîna welatparêz, demokrat û sosyalîstên kurd. Kadirên siyasî yên van
komelan bi kar û xebatên giranbiha xortên nû ji hêla siyasî û civakî
ve perwerde dikirin, gel hiþyar dikirin û li hemberê dagirkeriyê
têkoþîna netewî û demokratîk dimeþandin.
Kurd - Kom li ser
tecrûbeyên komeleyên berê, bi kar û xebateke nûjen, bi hestên
demokratîk, sivîl û kurdperweriyê dikare gelek xebatên hêja pêk bîne.
Xebatên demokratîk û sivîl yên ku Kurd-Kom pêk bîne, dê weke kelemê di
çavên desthilatdar û birêvebirên dewleta tirk de biçe. Dewleta tirk,
bi taybetî jî ordiya tirk û generalên wê ji þerê çekdarî natirsin,
lêbelê ji têkoþîna demokratîk û sivîl ya kurdan ditirsin. Kuþtina çar
leþkeran xema dewletê û generalan nîn e. Roja ku îlana ”Kurd Çi
Dixwazin?” di rojnameya Ewropayê Le Monde de derket, li çiya 4 asker
ji alî çekdaran ve hatin kuþtin, kuþtina leþkeran di rojnameyên tirkan
de nebû nûçe, lê li ser îlana rojnama Le Monde qiyamet rakirin û bi
hinek tirsonekan paþve gav dane avêtin
Eqilmendên dewletê,
masmedia tirk û hemû cure rojnamevanên þêwirmend yên dewletê ji bo
biryara þerê çekdarî ya hêza çekdaran deng dernaxin, lê ji bo
damezrandina komeleyeke bi nav û nasnama kurd qiyamet radikin. Nivîsa
sernivîsarê rojnama Hurîyetê Ertugrul Ozkok li holê ye û pêwîst nake
ku ez dûr û dirêj binirxînim. Birêvebirên Kurd-Komê bersîva ku vî
zilamî heq kiribû dane pê.
Di kongra Hak-Parê
de ji bo ku bi kurdî hate axaftin, agir bi dawa birêvebirên dewletê
ket û ji bo berpirsên Hak-Parê doz vekirin, wan dane mahkemê. Dema
mirov di TV`yên tirkî de temaþeyê axaftinên generalên teqawid dike, ew
bi þêweyeke eþkera li hemberê têkoþîna netewî û demokratîk ya kurdan
tirsa xwe didin nîþandan û ji bo legalîzekirina pirsa netewa kurd, ji
bo þêweya têkoþîna demokratîk ya kurdan aciziya xwe nîþan didin û
dibêjin "cudaxwaz dixwazin xwe bixin qalibê siyasî û demokratîk."
Têkoþîna demokratîk û sîyasîbûna kurdan, meþrûîyeta parastina mafê
kurdan generalan û birêvebirên dewleta tirk dide tirsandin.
Li gor baweriya min,
divê netenê li Anqara û Diyarbekirê, herweha li hemû bajar û navçeyên
kurdan û li metropolan komeleyên demokratîk û sivîl bi nav û nasnameya
kurd bêne damezrandin. Dema min vê nivîsê dinivîsand, ez pê hesiyam ku
li bajarê Batmanê û li navçeya Qoserê -Kiziltepê- xebata ji bo
damezrandina Kurd-Kom`an heye, gelek keyfa min hat. Bi hêvîya ku li
gelek cihên din jî Kurd-Kom bêne damezrandin.
Têbinî : Min vê
nivîsê beriya ku dewleta dagirker a tirk xebatên Kurd-Kom –ê bide
rawestandin nivîsîbû. Kurd-Kom-ê xebatên hêja kir û ruhê kurdayetiyê
geþ kir. Xebat û çalakiyên Kurd-Kom-ê bû kelem û di çavên dewleta
dagirker de çû. Dewlet ji xebatên kurdayetiyê tirsiya û lewre jî bi
þêweya fermî xebatên Kurd-Kom-ê da rawestandin.