|
Li Tirkîyê nifûsên herî
ciwan Kurdin
Enqere, 4/4 2005- Li tevaya Tirkiyê nisbeta
mirovên ku salên wan di bin 15an re ne, ji %30 derbas nabe, lê li
Kurdistanê nisbeta mirovên ku salên wan di bin 15an re ne, ji %47 e. Bi
gorî îstatîstîka dewleta Tirk ( DIE)ê, ya sala 2004an ku ji 70 mîlyon û 556
hezar mirovî, 20 mîlyon û 650 hezar kes salê wan dibin 15an de zarokin, bi vî
awayî nufûsê tirkêyê ji %29,3 zarokin û nifûsê herî ciwanin.
Li gora
agahdarîyên îstatîstika dewletê, nifûsê herê ciwan Kurdin. Nisbeta zarokên
ku salên wan di bin 15an de li Kurdistanê ji %47 e. Ev nisbet li gelek bajarên
Tirkîyê bi nisbetek mezin tête guherîn, wek mînek li Tirakya ev nisbet ji %20 e.
Ev nîsbet li
bajarên Kurdistanê bi ferqek pîçûk tête guherîn. Nisbeta zarokan li Mêrdîn,
Şirnq û Sêrtê ji % 47 e. Li Mûş, Culemêrg û Bîtlisê ji %45,9 e. Li Riha û
Dîyerbekirê ji % 45,8 e. Li Simsûr û Entabê ji % 45,5 e. Lê nisbeta zarokan li
tevaya tirkîyê ji % 25- 26 an derbas nabe.
Aghadarîyên ku îstatîstîka
dewleta Tirk bi tayîbetî bi kitkitî (tefsilat) li ser bajarên Kurdistanê daye,
bala rayedarên dewletê di kişîne ser miletê Kurd û sal bisal zêdebûna miletê
Kurd wekî xeterek li ser dewlwtê didin nîşandan.
Dilbirîn.
Hezar_Gol@hotmail.com
|