|
|
|
Kurdên bakur; " Li himberî gefên dewleta Tirk bê
çare man"
Stockholm, 29/3 2005- Dewleta Tirk hertim bi gef û tehdîdan, sîyaseta xwe ya
gemar bi kurdan daye pejirandin. Qismek ji kurdên bakur li himberî van dek
dolabên dewleta Tirk, ji bê çarebûna xwe bê deng man. Qismek jî, hatin lîstika
dewletê û xedî li ala Tirkan derketin û qismek ji wan jî, haya ji vê yekê
hebû..! û dewletê ji wan re zemîn amadekir ku ew jî mesaj bidin miletê kurd ku "Ala
tirkan ne tenê ya tirkaye her wusan ya miletê Kurde jî û divê li himberî ala Tirkan bê hurmetîyê nekin"
Apocîyan nikarîbû yek ser bi gotina ala tirkan ya
me ye, ji ber vê yeka han divîyabû sedem haba ku Apocîyên wek Leyla
Zana û hevalên xwe û ji partîya DEHAPê hin kesan bi gotina ala tirkan ya Kurdan
e jî û divê Kurd rêz li ala xwe bigirin.
Dewleta Tirk hercarî tiştek bi destê Apocîyan bi
miletî Kurd didin qebûlkirin.
-
Dema Apo hate girtin
got: em doza dewleteka Kurdî nakin bi tenê ji miletê Kurd re demokirasî pêwîste
û teorîya Komara
demokiratîk avêt holê. Me ji wan re got: ev lîstêkên dewleta Tirk e..! neyên
vê lîstikê,
lê Apocîyan digotin hûn nizanin..! Apo polîtîka dike û dev ji doza miletê
Kurd
berdan û ketin pey "komara Çirto virto"
-
Apo, destpêkir ji dîrok
û bav û kalên kurdan re dan çêr û xibera û got: Şêx Seîd hevkarê
Îngilîzan bû û li Mistefa Kemal Xîyenet kir. Me got: Apo bi devê Genlkurnaya
Tirk xibar û çêran dide. Apociyan digotin, Apo sîyaset dike û Apo ne li dijî
Şêx Seîd e, lê li himberî îdolojîya Şêx Seîd e, ji ber ku Şêx Seîd Şerîet
di xwest û paşverûbû.
-
Apo li dijî ked û emga
miletê Kurd li başûrê Kurdistanê derket û got: Dewleta Kurdî ya ku
li başûrê Kurdistanê were avakirinê, Îsraîla
duemêne û xincereke di pişta dewlet Tirk de. Me got ev xîyanete Apo bi
devê dewleta tarî dujminîya miletê Kurd dike, Apocîyan digotin, Apo li
dijî kaptalîzmê ye
-
Apo dibêje Mistefa
Kemal mirovek qehremane û şoreşgerbû û ez li ser rêya wî me û ew pirojeyên
ku Mistefa Kemal di nîvî de hîştîye, ez dê bibim serî û Şêx Seîd bû sedema qetlîama
sala 1925an û li dijî şoreşa Ataturk serî hilda û li dijî demokrasîyê derketin û Mistefa Kemal bejbûr
hîştin ku kurdan bikuje.
-
Apo niha jê berê miletê
Kurd daye newalekê bêbinî û ji meletê Kurd dixwaze konê bê stûn vegirin.
Teorîya Konfederalizima bê komele û Federasyonan bi tenê malwêranî û
lîstina bi miletê Kurd e.
Niha jî dewletê
ala Tirk kirin mene û ji Apocîyan xwestin ku bêjin; ala Tirkan ne tenê
ya Tirka ne her wusan ala kurdan e jî. Ji xwe ev mesela ala Tirkan, mirov
dikare bêje xeleka herî dawî bû ku dewletê dixwest bi destê Apocîyan pêk
bîne. Ji xwe ew kesên ku dema dewlet, federasyon, otonomî, û
muxtarî nexwazin, wê xwedî li ala Tirkan ya ku bi xwîna miletê
kurd sorbûye derkevin û Apocîyan jî ev yek kirine.
Kurdên ne Apocîne çi dikin..?
Hinek ji van Kurdên bakur, li ber gef û tehdîdên
dewleta Tirk, ji bê çaretîya xwe naizanin ka wê çi bikin û bi kuve biçin. Hinek
ji sîyasetmedarên me xwedagiravî naxwazin werin lîstika dewleta Tirk, ku
li himberî tehdîdên dewleta Tirk tiştek bêjin an jî binivîsînin.
Miletê Tirk di rojek de dikarin bi mîlyonan ala
xwe belavbikin û xwe pêşandan û pirotesto li darbixînin. Lê Kurdan nikarîbûn li
Ewrûpa bihatana bahvdû meşek li darxistina û helwesta dewleta Tirk ya
dujminkar şermezar bikirina û şovenîya tirkan bigîhandina dewletên Ewrûpa.
Li ser bakurê kurdistanê agir dibare, lê hinek
kesên ku xwe wek sîyasetmedar dibînin, her tim bahsa başûrê kurdisatanê dikin.
Mirov dibêje qey wan çûne li başûrê kurdistanê şer kirine, mala wan wêranbûne,
ew derbederbûne, wan xwîna xwe rijandîne û her wekî destkeftîyên li başûrê
Kurdistanê ked û emga wane. Van kesên ku ez behsa wan
dikim, destê xwe ji bakurê Kurdistanê şuştine û kurdên bakur herwkî malê
Apocîyan yên bi mor û îmze ne, wusa dev jê berdane.
Gotinek me Kurdan heye em dibêjin; " Hitil mitil law
ji bavê bilintir" vêca rewşa hin kurdên bakur jî ew e, dema mirov behsa
bakur dike, ji bê havilî û bê çaretîya xwe belengazan..! başûr nîşanê
mirovan didin. Dilbirîn
Hezar_Gol@hotmail.com |
|
|