|
---------------------------------------------------------------
Kum ket keçelok xwîyabû
Swêd
9/2 2005- Xir û cir, gef û tehdîdên li sere hilbijartinên Kerkukê
8 roj berê bidawî bû, kum ket û keçelok xwîyabû û herkesî qeysa sûyê xwe
girtin. Hemî tehdît û îdeayên dewleta Tirk pûç û vala derketin. Miletê
Kurd serkeftinek mezin ku wê ji cîhanê re bibe ders, bi dest xistin.
Walîyên Kerkuk û Musilê bi ferqek mezn Kurdan qezenc kir. Dihat îdeakirn
ku sê mîlyon Turkmen li kerkukê hene, lê bo gorî medya Tirk bi awakî ne
fermî, Turkmenan 25 hezar deng girtine.
Dengên ku hetanî niha hatina jimartin bi awakî ne fermî, encama
hilbijartinê li bajarên Kerkuk û Musilê wahaye:
Li
Kerkukê listeya Kurdan ya hevbeþ ji 325 000 dengên hatine qebûlkirin 282
000 deng kirtine,. Bi vî awayî namzeda lîsteya hevbeþ ya
Kurdisrtanê Evdirihman Mistefa ji % 86 deng girt û caerk din bû
Walîyê Kerkukê. Turkmenan ji 25 000 hazar deng girtine. Li Musilê ji
namzedê Kurdan Xusro Goran ji % 65 deng girt û bu walîyê Musilê.
Hilbijartinên ku di 30yê mehedê li Îraqê hate kirin, ji her kesî re
nimûmek vekirîye û heqîqeta Kurd û Kurdistanê dide xwîyakirin. Divê
dewleta Tirk encamên hilbijatinan bibîne û were ser xeta rast tenê restî
di fêda miletên mintîqê de ye. Dev ji tehdît û gefên xwe berde û li pey
pirofekasyonan negere û dev ji helwesta xwe ya xiraba dujminkar berde.
Di
kultura dewleta Tirk de, dijatîya aþtîyê hebûye û tim li dijî
aþtîya navxwyî þer kirîye û vê helwesta dewlta Tirk tu fêde nadaye
miletê li Tirkîyê. Komar Tikr bi dujminatîya bi miletên din re bi
hisîyatên miletê xwe lîstîye. Hertim ji xwe re dujmin peydakirîye,
demek Yunan, Bulgar, Rusya, Ermenî, Surye, Îran û nihaji dujminê herî
mezin yê dewleta Tirk Kurd in û bi dujminatîya miletê Kurd re bi
hîsîyatên miletê tirk dilêze.
Emerîka îro heye sibê tuneye û wê vegerin welatê xwe, lê em xelkê vê
mintîqê wê bi hezarên salan bi hevdû re bijîn. Xwedîyê xeta xwar tim ji
kîsê xwe xawrî û derba binî tim ya wî bûye. Fêda me hemûyan di dîtina
rastî û çûyîna di xeta rast da ye. Bû nêzîkî sed salî dewletên ku
Kurdistan dagirkirine enwaeê zulmê li dijî Kurdan bikar anîn û dîsa jî
bi serneketin e. Aþtî û aramîya hermê di qebûlkirina pirsa Kurd de û
ihtirafkirina bi mafê gelê Kurd da ye.
|