serhed.net
  Menûya Kurdî 15/08/2005 - 13:36  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Kulîlkên biharê


 

Havîn payîz zivistan

Em dê biçin dibistan

dibistana Kurdîye

mamostê wî cindîye

Þal û þapik lewendî

ka em pirski çi xwendî?

Mamoste hat efendî

Got min xwendî bi Kurdî

Em kulîlkên vî gundî

Dê bi xwînin bi kurdî

Bi kurdî bi kurdî

Bi kurdî….!

Zarok gulên bihara

Hêþîndibin li herdera

Emanetên dê û bava

Perwerdekin wek sêra

SwÞêrîn xweþe zimanê me

Îsbatdike hebûna me

Bi xwînin bibînin

Bi nivîsin bistînin

Dermanê van kurdîye

Kurdîye.....!

Dilbirîn 2001


Evîna bêmirad
 

Dil û mejûyê min

Naxwaze bawerke

Ji fikir û hizir û

Ramanin min,

 

Bêbextî û bêwefadarîya

Yarê ez kirim pincar wekî

Gihakî kelandî hîþtim li çolê.

 

Ji kerîþû kendalin dilê

Minê hedimî dlop dilop

Xwîna reþ dikiþe,

 

Nizam çima wazerbûm

Bûme þima? Û xercî bûm

Wekî çaqirên devên çeman?

 

Di mejûyê serê min de

hertim dilive navê te

dikim nakim ji bîr naçe

xem û xeyalên te,

 

tu bûye dilopek ji xwîna

jîyanê û xwe vesartî

di dilê min.

 

ezê herim bibîm mêvanê

seydvanê pezkuvîyan

Sîymend û Xecê, gilîkim

Ji evîna bêmirad, diberbanga

Êvarê de

 

Derkevim ser çîyayê

Sîpanê sêrkim li gola Wanê li

Ava hêþîn û zelal, mêzekim

Li firîna çivîkan ji giravê bo

Giravek din. Roj berbiavaye

Rûyë esmanê sor û zer, qasidê

þeva reþû tarî dê were

Di ser min.

Dibe bibe dermâ

Û bikewîne birînin min

Fikir û ramanin Ehmedê

Xanî,

 

Guhdarîkim ji tembûr

û awazên Feqî yê Teyran

helbestên hevjîyayê derdê min

û birîdarê kovanin evînë,

seydayê Cizîrê.

 

min xwe berda gund

û bacarên bêxwedî,

dibînim kal û pirên hilhilî

rûniþtîne li bin sîya koxê

xanî û çav nêrînê rêwîyê

rêya nehatî dikin

 

Dibînim jinên bêmêr

girêdanin þehra reþû

li benda þoreþgerê

Azadîyê, wê derkeve rojek

Sarê hespê þê û bêje ka were

Kevanîye min hatim malxoyê malê.

 

Dibînim keçên serbambol û

Cilperîtî bi hêvîya bavê wendayî

Wê were rojek û bêje:

Ka were keça min!

bigire bi destê bavê xwe û em herin seyranê.

 

Dibinim hin kurên bêderpê

Û pêxwas dixwazin bizanin

Cihî û warê þehîdê bêkefen

Û xwedîyê tirba nedîyar.

 

Van hemî derd û kulan

Dîsajî sar nekir agirê evîna

Dilê min, her mam xeyal

þikestî û perweþandî.

 

Dilbirîn 2001 08 20




 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî