|
Yalçin Kuçuk; " Eger Surye têk here wê
dewleta kurd were îlan kirin"
ENQERE,
9/5 2005- Yalçin Kuçuk aqildaneyê serokê PKK-ê yê berê Evdillah Ocalan,
dujminatîya xwe ya derbarî miletê Kurd de da dîyarkirin. Kuçuk di
hevpeyvînek bi Rojnama tirkî Milliyetê re dibêje; bûyera li Tirebzonê qewimî, ne
neteweperstîbû, belkî rawêjek li dijî Mesud Berzan û Îsraîl bû. Kuçuk, eger
rayedarên Tirk bi gotinên Celala Telebanî bawer bin, bi gotina Eziz Nesi; aptal
" bêhiş in"
Rojnamevanê Rojnama Milliyetê
Derya Sazak bi Yalçin Kuçuk re hevpeyvînek kirî. Kuçuk ev sî salên
ku ez dibêjim wê dewleteka Kurdî li bakurê îraqê avabe. Celal Telebnî gotîye ku
"avakirina dewleteka Kurdî xeyalên me ne, lê ne mumkune". Eger desthladarên Tirk
bi vê gotina Celal Telebanî bawer bikin, bi gotina Ezîz Nesî bêhiş in.
Avabûna dewleta Kurd, girêdayê Îsraîl e. Her çiqas Mesûd Berzanî nebe jî, lê
piranîya Berzanîyan Cûhî ne. Şêweyê Ocalan cudabejî, lê analîzekirina wî ya
derbarê Mustafa kemal û miletê Tirk de, wekî berê ye.
Dema Ocalan ji Suryeyê
derxistin, min got ev ji bona Îsraîl hatîye kirin. Berzanî dewletê avadike û
eger Rayedarên Tirk li ser vî mejûyê herin, em nikarin bajarên ku Kurd tê
de dijîn yê di destê Tirkîyê da ne, bi parêzin û wê ji destê me derkeve.
Yalçin Kuçuk, yek ji
aqildanayê serokê PKK-ê Evdila Ocalan bû û miletê kurd ew di ekranê televîzyoan
Mdyayê de naskir. Evdila Ocalan li ber destê wî kemalîzmê fêrbû û li gor
aqilmendîya wî tevdigerîya û rola xwe dilîst.
Dema aqildanayê Evdila
Ocalan bû jî dijmintîya miletê Kurd dikir û digot li bakurê Îraqê dewletaka Kurd
bi destê Emerîka avadibe û Evdila jî hemî gotinên wî erê dikir.
Yalçin Kuçuk li ser navê
MIT a Tirk çû Firansa û rê û rêçik revayî Evdila Ocalan dida. Ji boyî kesekî li
ajanîya Yalçin Kuçuk nekeve şikê, di ekranên televîzyonan de waha digot:
ew welatê Suleyman Demirel serokkomar be û Tansû Çîler ji serowezîr be, ez li
welatî najîm û ezê herim li firansa bijîm.
Şîrove
binivîsîne
|