|
Konferansa Zimanê Kurdî ku di çarçoveya Rojên Wêjeyê de tê
lidarxistin, li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglarê bi
tevlîbûna zimanzan û rewşenbîrên kurd ên ji Îran, Iraq,
Suriye û Tirkiyeyê destpê kir. Di vekirina konferansê de
moderatorê konferansê Ebubekîr Çelebî axaftinek kir û got
ku heke di jiyana neteweyekê de zimanekî rast û dirust
tune bûya, dê têgihîştineke rast û dirust jî tune bûya.
Çelebî, li ser girîngiya ziman a li ser jiyana neteweyan û
kurdan wiha got: "Sînora erdnîgarî û siyasî bu sedema bê
têkilbuna di nava kurdan de."
Piştî
axaftina Çelebî, Serokê Enstituya Kurdî ya Amedê Nesîp
Gultekîn jî axivî û got ku ew ji ber berpirsiyariya
xebateke wiha pîroz pir bi rûmet e. Gultekîn li ser
qedexekirinên ser zimanê kurdî jî sekinî û axaftinên
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku li Amedê kiribûn bibîr
xistin. Gultekîn têkildarî wan gotinan wiha axivî: "Erdogan
got pirsgirêka kurd he ye û ya min e. Îro qedexeyên li ser
zimanê kurdî didomin. Ev yek hêviyeke ne baş dide me."
Şaredarê
Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî tevlî konferansê bû
û axaftineke kurt kir. Baydemîr, kêfxweşiya xwe ya ji ber
lidarxisitina konferansê anî ziman û ew jî li ser
qedexeyên li ser zimanê kurdî sekinî. Baydemîr, dîtinên
xwe bi gotinên "Ev qedexe li ser kijan zimanî bûna, dê
niha winda bibûya" bilêv kirin. |