Konferansa
Kurdî
li Parlamentoya
Fransa pêk hat
Parîs/AVESTA
(taybetî):
Li parlamentoya
Fransa
rêxistina Hevbendî
konferanseke berfereh di bin navê
"Demokratîbûna Rojhilata
Navîn û Pirsa Gelê Kurd" pêk hanî.
Konferansa ku gelek rêxistin û partiyên kurdî û
mêvanên ji beşên Kurdistanê yên cuda têde beşdar bûn.
Di konferansê de ji başûrê rojavayê Kurdistanê
Komîteya Karê Hevbeş (ji şeş partiyan pêk tê), ji bakurê
Kurdistanê PSK, PDK-Bakur, PWD, PIK, HAK-PAR, Weqfa Çand û
hunera Kurdî, Komeleya Çira, ji başûrê Kurdistanê PDK û YNK ji
rojhilatê Kurdistanê jî PDK-Iran û Komele... her wiha gelek
rêxistinên sivîl, Întîtuya Kurdî ya Parîsê û rêxistiên jinan û
rewşenbîr beşdar bûn.
Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Seywan Barzanî amade bû.
Berpirsiyarê HEVBENDÎ Dr. Musa Kaval bi
axaftinekê bixêrhatina mêvanan kir û got: �Kurdistan dilê
rojhilata navîn e, çareserkirina pirsgirêka rojhilata navîn bi
çareserkirina pirsa kurdî re girêdayî ye... di vê konferansê
de emê pirsên demokrasî û riyên çareseriyê bi we re gotûbêj
bikin.
Di rûniştina yekemîn ya Konferansê siyasetvanên
frensî û belcîkî beşdar bûn. Wan nêrînên xwe di derbarê
pirsgirêk û çareseriyan de anîn ziman û bi awayekî giştî
dostaniya xwe li hember pirsa kurdî nîşan dan.
Emê di saatên pêş de rapora konferansê bi
ferehî bidin...