Li Qahîrê; Konferansa li ser Îraqê destpêkir
KSN/
19/11 2005- Îroj li navenda
Camîa Erebî (Yekîtîya Dewletên Ereb) li Qahîrê textûpayê Misrê,
Konferansa li ser Kongira Netewî ya Îraqê bi başdarîya gelek
terefên sîyasî û Navnetewî destpêkir. Konferans bi
axiftina serokê Misrê Husnî Mubarek û serokê Îraqê Celal
Telebanî destpêkir. Telebanî, li ser navê desthiladarîya
Îraqê ragihand ku em terefdarê goftûgoyê ne, lê di bin
yekîtîya welat de, cî ji kujer, kesên mucrim û terorîstên ji
rejma berê ya dema Sedam re tune û bi van kesana re yekîtîya
weleta nayê çêkirin.
Telebanî,
em zimanê çek û silahê bi her awayê red dikin. Tekoşîna rewa
ji bona welet, bi tenê, bi cî kirina sazîyên sîyasî û bi rêyên
aştîyane, tê kirin. Telebanî, tûndî, kuştin şer û terora ku li
Îraqê tên kirin, bi destê kesên beyanî ne û divê ev gurûbên
tororîst yên mucrim û mirovkuj, bi tûndî were şermezarkirin.
Nûnerên partî û terefên sîyasî
ku ji Îraqê beşdarîyê di konferansê de dikin, bi hevre êrişê
rejma xwînxwar ya berê ya Sedam Huseyin kirin.
Li
ser navê Yekîtîya Alimên Îraqê yên sune, Haris el-Durî,
piştgirîyê kesên ku xwe li Îraqê di Mizgeft û ciyê
bazarirganîya sivîl de diteqînin kir û got:Wesifkirina
berxwedana Îraqê bi teror û ajanên kesên ku ji der tên,
zulmeka mezin e ji bona tekoşîne pîroz.
Di navbera Serokwezrê Îraqê
Îbrahîm Ceferî û el-Darî de minaqişeyên germ û tûj hatin kirin.
Ceferî, karê terorê, kuştin û
wêrankirina ku li Îraqê tê kirin, ji kultura beesîyan tê û tu
ci ji beesîyan re di Îraqê de tune. Beesî ji bona Îraqê xetên
sor e.
El-Darî wek nûnerê kesên xwekujî
li Îraqê pêktînin tevgerîya û got: kesên li Îraqê tevlihev û
karên terorî dikin, eskerên dagirker û desthiladarîya Îraqêye.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyi,
wezîrêderve yê Îranê û nûnerê Tirkîyê jî tev li Konferansê bûn.